ŞANDEYA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ CIVIYAN

Kanal8 12/10/2025

Şandeyên Tirkiye û Sûriyeyê li Enqereyê bi hev re civiyan û hat ragihandin di civînê de hevkariya di ewlekariyê û mijarên di rojevê de hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, li Enqereyê bi hevtayên xwe yên Sûriyeyê re civiyan.

Di şandeya Sûriyeyê de Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre û Serokê Îstixbaratê Husên Selame hebûn.

Hat ragihandin ku her du alî li ser hevkariya di qada ewlekariyê de û geşedanên di rojevê de gotûbêj kirine.

Kanal8

12/10/2025