ENCÛMENA EWLEHIYÊ PLAN DIKE ŞER’Î JI LÎSTEYA CEZAYAN DERXÎNE

Kovan Hemîd 14/10/2025

Encûmena Ewlehiya Navdewletî plan dike navê Ehmed şer’î ji lîsteya cezayan a Neteweyên Yekbûyî derxîne.

Rojnameya The Nathional a Amerîkî ragihand, Encûmena Ewlehiya Navdewletî proje biryarekê der barê rakirina navên Serokê Sûriyeyê ji bo qonaxa Veguhêz Ehmed Şer’i û Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab ji lîsteya cezayên Neteweyên Yekbûyî derxîne.

Li gorî rojnameyê, ew proje yasa yeke ji girîngtirîn proje yasayên zêdetirî 10 salên bihûrî di dîroka Sûriyê de û dê guhartineke mezin di siyaseta navdewletî li hember desthilata nû ya Dîmeşqê çêbike û dê bibe kêmkirina cezayên demdirêj ên li dijî Sûriyê hatine ferizkiirn, her wiha dê rê li hember karkirina welatên cîhanê bi wê desthilatê re veke. 

Rojnameyê diyar kir, Çîn ku Endama Hertimî ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî ye, li ser rakirina navên Şer’i û Xetab razî bûye. 

Proje yasaya rakirina navên Serokê Sûriyê û Wezîrê Navxwe yê wî welatî ji lîsteya cezayên Netweyên Yekbûyî, ji aliyê Amerîka Endama Hertimî ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî ve hatiye amadekirin û di 9ê vê mehê de di nava civîna Encûmenê de hatibû gotûbêjkirin û biraye di demeke nêz de bê pejrandin.

Li gorî naveroka proje yasayê, dê Sûriye were naçarkirin ku rûbirû hemû karên terorîstî yên komên çekdar jiwan jî DAIŞ û Qaîde û komên din bike, her wiha garantiya wê yekê ji Hikûmeta Dîmeşqê bê wergirtin ku tu aliyekê nava Sûriyê piştevanîya wan komên çekdar neke. 

Kovan Hemîd

14/10/2025