PALL WEŞANÊ PIRTÛKEKE NÛ ÇAP KIR

Sema Reşid 15/10/2025

Pall Weşanê pirtûka 'Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr' a ku ji nivîsên 16 nivîskaran pêk tê çap kir û anî ber destê xwendevanan.

16 nivîskarên Kurd ên ji bajarên cuda li ser qehwexane û çayxaneyan nivîsîn.

Nivîskarên wek Înan Eroglu ye û Bêrîvan Matyar, Berken Bereh, Bilal Korkut, Helîm Yûsiv, Kenan Ormek, Kerîm Biyanî, Lokman Ayebe, Mehmet Dicle, Mihemed Şarman, Nîhatê Hecî Şakir, O. Fırat Bavli, Rizgar Elegez, Şener Ozmen, Umer Barasi û Xurşîd Mîrzengî bi nivîsên xwe tê de beşdar bûne.

Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr pirtêka duyem a rêza “hûrgilî”yê ye. 

"Hûrgilî" rêzeke Pall Weşanê ye ku dê pirtûkên eleqedarî obje û alavan,cihan, hûrgiliyan û hemû tiştên biçûk, şênber û ji nav jiyana rojane di nav vê rêzê de çap bike.

Pirtûka yekem “Trêna li Stasyona Xwe Digere” bû û 17 nivîskaran li ser trênan nivîsîbûn.

Nivîsa paşbergê

Qehwexane ne tenê cihê vexwarin û rûniştinê ye, ew ne tenê cihê betalan e jî. Ew di heman demê de parçeyekî giring ê jiyanê ye, mekanekî ku şopa xwe di bîra civat û miletekî de dihêle, tabloyeke giştî ya sosyolojiya bajarê xwe xêz dike, cihê şêwr û mişêwran, kes û kûsên ji tebeqeyên cuda, lîstikhezên ku bûne hostayên vî karî, danûstandinên curbicur, hêwirgeheke bêhnvedanê, rawestgeheke hevdîtinan, xeteke zirav di navbera çîrok û dîrokê de... Qet şik tê de nîne; qehwexane yek ji wan mekanên serekî ye ku bikare wê têveliya fikr û mirovan, di nav çend metreyan de bigihîne hev.

Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr, bi tevkariya 16 nivîskarên ji bajarên cuda, berê me zêdetir dide qehwexane û çayxaneyan, û hin caran cafeyan.

Xwendevan dikarin ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.

Sema Reşid

15/10/2025