TORUN: LI SER ENTEGREBÛNA HSDYÊ LIHEVKIRIN ÇÊBÛYE
Parlamenterê Koma Rêya nû Kanî Torun derbarê pêvajoyê ji KANAL8ê re axivî û got, "Pêvajo hêdî be jî, bi awayekî erênî pêşve diçe. Em jî li bendê ne ku gavên yasayî di zûtirîn demê de bên avêtin."
Parlamenterê Koma Rêya Nû, Kanî Torun, anî ziman ku ew li bendê ne gavên yasayî bên avêtin da ku yên li çiyê vegerin Tirkiyeyê. Her wiha Torun ji bo îstîkrara pêvajoyê balê kişand ser girîngiya Sûriyeyê û lihevkirina li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk.
Parlamenterê Koma Rêya Nû Kanî Torun got, "Pêvajo hêdî be jî, bi awayekî erênî pêşve diçe. Em jî li bendê ne ku gavên yasayî di zûtirîn demê de bên avêtin. Ger ev gav bên avêtin, dê gengaz be ku yên li çiyê bên Tirkiyeyê û qonaxa yekem a pêvajoyê dê qediyayî bê hesibandin."
"Qonaxa herî girîng aştiya li Sûriyeyê ye"
Torun da diyarkirin her çend rasterast bi pêvajoyê ve girêdayî nebe jî, yek ji qonaxên herî girîng dê aştîya li Sûriyeyê be û got, "Li gor zanyariyên me bidest xistiye, wisa dixuye ku li ser entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa navendî de, lihevkirinek çêbûye. Ev jî ji bo ku pêvajo îstîkrarê bibîne, pêşketineke gelekî girîng e."
Torun da zanîn ku hem li aliyê Tirkiyeyê hem jî li aliyê Sûriyeyê, tabloyek erênîtir derketiya holê û got, "Her çi qas pêvajo hêdî biçe jî, em li bendê ne ku Komîsyon di dawiya vê mehê de pêşnûmayên qanûnan temam bike û pêşkêşî parlamentoyê bike."
15/10/2025