BÎLÎCÎ: HEFTEYÊN PÊŞ ME EM DÊ DEST BI XEBATÊN QANÛNÎ BIKIN
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Mustafa Bîlîcî diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re dê di demek nêz de bikeve rojeva komîsyonê û bi lihevkirinê biryar were girtin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê û Endamê Komîsyonê Mustafa Bîlîcî, derbarê kar û xebatên dawî yên komîsyonê û nexşerêya wê de agahî dan KANAL8ê.
Bîlîcî, li ser serdana Amedê jî rawestiya û da diyarkrin ku di hefteyên pêş de rêziknameyên qanûnî dê bên pejirandin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê û Endamê Komîsyonê Mustafa Bîlîcî da diyarkirin ku li ser vexwendina serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ew dê roja Pêncşemê herin Amedê. Dê hem tevlî bernameyên Zanîngeha Dîcleyê û festîvala çand ê bibin û di heman demê de dê bi rêxistinên civaka sivîl re jî bicivin û li ser pêvajoyê şêwiran bikin.
Bîlîcî da zanîn ku ji roja ku komîsyon hatiye damezrandin vir ve, cara yekem e ku xebatên xwe bi bernameyek qadê dimeşîne.
Bîlîcî derbarê mijara ku dê komîsyon guhdarîkirinê kengî biqedîne jî got, “Em van guhdarîkirinan gelek bi qîmet dibînin. Bi rastî jî me gelek sûd jê girt. Vê hefteyê roja Pêncşemê, em ê berdewam bikin û guh bidin rêxistinên jinan û ciwanan. Dibe ku piştî van hevdîtinan, yên ku dê hefteyek-du hefteyan bidomînin, em ê li ser pêşniyaza ku dê ji aliyê baskê desthilatdariyê ve bê anîn, nêrînên xwe parve bikin.”
Li ser xebatên komîsyonê jî bîlîcî wiha domand: Armanca me ew e ku di hefteyên pêş de, pêşniyaza li ser rêziknameyên qanûnî were pêşiya me, piştre bi lihevkirinê here Komîsyonê, û ji wir jî here lîjneya Giştî Meclîsê û di lîjneya giştî de jî ev rêzikname bêyî îtîrazên zêde bibin qanûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê û Endamê Komîsyonê Mustafa Bilici, anî ziman ku Ocalan dixwaze Komîsyon fikrên wî paşguh neke û diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re dê di demek nêz de bikeve rojeva komîsyonê û bi lihevkirinê biryar were girtin.
Endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Mustafa Bîlîcî got, “Saziyên têkildar ên dewletê, di pêwendiya bi pêvajoyê re, di paşerojê de, îro û dibe ku sibê jî, dê hevdîtinên xwe bi Ocalan re bidomînin. Hin parlamenterên ji DEM Partiyê jî, yên ku di komîsyonê de ne an ne jî endam in, car carna diçin Îmraliyê û peyamên Ocalan ji raya giştî re radigihînin.”
Di berdewamiyê de Bîlîcî wiha pê de çû: Dema em li pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê dinêrin, em rastiyek hevpar dibînin: Mutleq hevdîtinên rasterast bi muxatab re hatine kirin û ev pêvajo li hin welatan 8, 10, heta 12 salan domandine. Di nava raya giştî de ev pirs jî dikare bê pirsîn: Gelo li cem me jî ewqas dirêj bigire? Na.
Ji ber ku destpêka vê pêvajoyê ne nû ye. Em behsa pêvajoyekê dikin ku sala borî, di 1'ê Cotmehê de, bi vekirina Meclîsê re dema Birêz Bahçelî çû ber kursiyên DEM’ê û silav da, dest pê kir. Yanî, bi rastî ev hevdîtin berî demek dirêj dest pê kirin. Herwiha, hin cudahiyên girîng hene ku welatê me ji welatên din ên ku pêvajoya aştiyê jiyane cuda dike. Di mînakên cîhanê de, berdana çekan bi gelemperî gav bi gav pêk hat. Mînak, piştî ku dewletê hin gavan avêt, pêşî ji sedî 25, piştre ji sedî 50 çek hatin berdan. Lê li Tirkiyeyê pêvajo bi awayekî gelek cuda pêş ve çû. Bêyî ti daxwazên pêşwext çek hatin berdan, rêxistinê xwe tasfiye kir. Abdullah Ocalan ê ku wekî serokê rêxistina ku van pêvajoyan dimeşîne tê pênasekirin jî, ji perspektîfa xwe ve, anî ziman ku komîsyon divê wî paşguh neke û fikrên wî werin guhdarîkirin. Em jî vê yekê ji çapemeniyê û heyetan dibihîzin. Dibe ku di rojên pêş de, belkî di demek gelek kurt de, ev mijar bikeve rojeva komîsyonê. Li wir, hevalên me yên parlamenter ku nûnerên partiyên siyasî ne, dê binirxînin û biryarê bidin. Jixwe di civîna xwe ya yekem de, me biryarek dabû ku mijarên bi vî rengî dikarin bikevin rojeva komîsyonê. Ez bawer dikim ku li wir jî dê bi lihevkirinê biryarek derkeve.
15/10/2025