HIKUMETA DÎMEŞQÊ 6 CARAN AGIRBEST BINPÊ KIRIYE
Di hefteya yekem a biryara agirbestê ya di navbera HSD û hikumeta veguhêz de hêzên hikumeta veguhêz 6 caran agirbest binpê kir û êriş pêk anîn.
Wezîrê Parastinê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre di 7’ê cotmehê de ragihandibû, di navbera wan û HSDyê de biryara agirbestê û rawestandina çalakiyên leşkerî hatiye imzekirin. Biryara agirbestê di civîna li Dîmeşqê ku di navbera herdû aliyan de pêk hat, hate destnîşankirin.
Ev hefteyek di ser agirbestê re derbas bûye. Di vê hefteyê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ev 6 carin êrişan pêk tîne. Piraniya êrişan di rojên yekem ên peymanê de pêk hatine.
Agirbesta Rêveberiya Xweser û Dîmeşqê
Di 9ê cotmehê de komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê girê Sîrya Tel û derdora Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.
Di heman rojê de HSDyê ragihand, hêzên hikumeta veguhêz li Dêrazorê êrişî noqteyên wan ên li rojhilatê bajar kir. Di encamê de Endamekê HSDyê jiyana xwe ji dest da û 7 yên din jî birîndar bûn.
HSDyê diyar kir, hêzên wan bersiva çavkaniya êrişan daye û derbe li êrişkaran xistiye.
Li Taxa Şêxmeqsûd jî hêzên hikumeta veghêz 3 bendên kontorlê yên nû li riya ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêkirin. Endamên van bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin. Hemwextî vê tevgera çakdaran herdû tax Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatin topbarankirin.
Li Helebê, hêzên ewlekariya hundir ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê aşkere kir ku hemwextî topbarana li ser herdû taxan, hêzên hikumeta veguhêz agirbest binpê kiriye. Li derdora Çerxeriya El Cendûl- Herêma Meamil, noqteyên leşkerî çêkiriye. Noqteyek din li derdora taxa Şêxmeqsûd çêkiriye.
Di 13’ê cotmehê de jî hêzên hikumeta veguhêz hewl dan bikevin gundewarê Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hêzên HSD’ê hewldana wan têk bir. Di encama bersivdayînê de çekdarekî hikumeta veguhêz hate kuştin.
Hikûmeta Veguhêz hewl da bikeve gundewarê Bendava Tişrînê
Tevî binpêkirinên berdewam ên hikumeta veguhêz, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye û her li gorî biryaran tevdigere. Her wiha ji bo danûstendinên navxweyî yên Sûrî-Sûrî amade ye. HSD û hêzên ewlekariya Hundir jî destnîşan kirin ku ew amade ne pabendî itîfaqê bin.
Di vê derbarê de Endamê Fermandariya HSD’ê li eniya Dêrhafirê Zihêr Efrîn ragihand, ew li gorî agirbesta hikumeta veguhêz erê kiriye, tevdigerin û diyar kir, pinpêkirin ji aliyê hikumeta veguhêz ve têne kirin.
15/10/2025