SAKIK: YÊN KU KURDAN ÎNKAR DIKIN NAMERD IN

Elî Zalo 16/10/2025

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik got, "Yên ku zimanê gelekî qedexekirin û mafê gelekî zeftkirine namerd in."

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bertek nîşanî heqaretên Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez nîşan da û got, “Hûn dizanin kî namerd e? Piştî ku welat bi hev re hat avakirin ên ku vedigerin û Kurdan înkar dikin namerd in.”

Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez duh li Parlamentoya Tirkiyeyê heqaret li DEM Partiyê û Abdullah Ocalan kiribûn.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik di parlamentoya Tirkiyeyê de bertek nîşanî heqaretên parlamenterê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez da.

Sakik got, “Di nav rojên dawî de ,li derbarê pêvajoyê de gotinên ne guncaw yên weke, namerd û xayînî têne ser ziman. Lê di rastiyê de hûn dizanin, namerdî çiye. Dema me bi hev re komar ava kir pişt re vegeriyan gotin, tiştek bi navê Kurdan nîne, ew namerd in. Yên ku zimanê gelekî qedexekirin û mafê gelekî zeftkirine namerd in. Hûn dizanin namerd kî ye? Yên ku bi hezaran Kurd kuştin û winda kirin û dengê xwe niha dernaxin namerd in yên ku 3 hezar û 500 gundên Kurdan şewitandin namerd in. Yên ku dixwazin ev kuştin û şera  berdewam bike namerd in. Yên ku naxwazin Kurd bibin xwediyê tiştekî namerd in. Yên ku ji me re bêjin namerd, namerdê herî mezin ew in.

Elî Zalo

16/10/2025