KOÇBERÊN EFRÎNÊ JIYANEKE DIJWAR DERBAS DIKIN
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne û niha li kantona Tebqayê dijîn, diyar kirin, ji bo ku vegerin malên xwe, divê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji Efrînê derkevin, milkên desteserkirî werin vegerandin û kesên girtî jî werin berdan.
Van rojan behsa vegera ewle ya koçberên li Efrîn û Şehbayê bo malên wan tê kirin.
Koçberên li kantona Tebqayê dijîn diyar kirin, divê ji bo vegerê jîngeheke ewle peyda bibe, ew jî bi derketina çekdaran, vegerandina milkan û garantiyên navneteweyî pêk were. Koçberan xwest şêniyên Efrînê bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin.
Li gorî axiftinên hejmarek koçberên Efrîn û Şehbayê ku niha li Tebqayê dijîn, divê çend gavên pêşîn ji bo vegerê werin bicîhanîn, ya yekem ew e ku kesên hatine girtin werin berdan, binpêkirinên li dijî şêniyan rawestin û erd û milk ji xwediyên wan re werin vegerandin.
Li gorî axiftina wan koçberan, bê avakirina saziyên ku ewlehî û aramiyê bicîh tînin, mirov nikare behsa vegerê bike.
Koçber diyar kirin, komên çekdar ên li Efrîn û Şehbayê hîn jî bi hinceta nebûna delîlan, bacê li ser şêniyan ferz dikin û milkên wan nadin wan û heta ew kesên ku milkên wan ji wan re tê vegerandin jî neçar in ku berhemên çandiniyê bi komên çekdaran re parve bikin.
Ji 18ê adara 2018’ê ve artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê êrîşî ser kantona Efrîn kirin û heta niha jî di destê wan de ye.
16/10/2025