HEMO: HSD AMADE YE KU TEVLÎ ARTÊŞA NÛ YA SÛRIYEYÊ BIBE
Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo got, “HSD amade ye ku tevlî artêşa Sûriyê ya nû ya ku were avakirin bibe, lê bi şertê ku tevlîbûn li ser bingehên ku rêzê li nasnameya HSD, hemû pêkhateyên Sûriyeyê, were girtin.”
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Endamê Komîteya leşkerî ya danûstandinên bi hikûmeta Dîmeşqê re Sîpan Hemo tekez kir, HSD amade ye ku tevlî artêşa Sûriyeyê ya nû ya ku were avakirin bibe, lê bi şertê ku tevlîbûn li ser bingehên ku rêzê li nasnameya HSD, hemû pêkhateyên Sûriyê, were girtin.
Sîpan Hemo tekez kir ku pêngavên paşerojê yên hikûmeta Dîmeşqê ew in ku dê diyar bikin ka proseya entegresyonê dê bilez bibe yan na, dê hêdî bibe an jî bicemide.
Di hevpeyvîneke berfireh de li gel navenda ragihandinê ya HSDyê, Hemo nêrîna hêzên xwe li ser danûstandinên berdewam bi hikûmeta Dîmeşqê re pêşkêş kir, û behsa astengiyên li pêşiya proseya entegresyon ji dema îmzekirina rêkeftina 10ê Adara 2025an de kir, û tekez kir ku HSD dê wek hêzeke yekgirtî ya niştimanî ya Sûriyê bimîne heta ku hemû sîstemeke niştimanî ya demokratîk ku diparêze pêk bîne.
Sîpan Hema derbarê tevlîbûna wan a nav Artêşa Sûriyeyê, mercên wan wiha axivî:
Em hewl didin tev li artêşa Sûriyeyê ya ku divê were avakirin, bibin. Em bawer dikin ku HSD bingeha avakirina artêşa nû ya neteweyî ye. Bi rastî, artêşeke Sûriyeyê ya neteweyî bêyî beşdariya HSDyê nayê avakirin. Di vê çarçoveyê de, me amadebûna xwe ji bo tevlêbûna artêşa nû ragihandiye û ev armanca me ya stratejîk e.
Di demên dawîn de hêzên me hatibûn tawanbarkirin ku entegrasyonê îptal dike yan jî dereng dixe. Ev îdia qet ne rast in. Berovajî vê yekê em dixwazin tev li artêşa nû bibin, lê hinek alî hewl didin entegrasyonê li gorî nêrîna xwe ya teng şîrove dikin û hîna jî dîlên feraseta rejîma berê ne. Ev alî hewl didin hêzên me tune bikin, an jî nasnameya wê ya siyasî, civakî û îdarî ji holê rakin. Lê em van hewldanan qet qebûl nakin, ji ber ku ev hewldan bi welatparêziyê nayê wesifandin û ne jî di çarçoveya armancên rewa de ne.
Entegrasyona ku em dixwazin, divê nasnameya HSDyê biparêze û rêzê bide têkoşîna wê. Em tenê behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin, lê belê em behsa tevahî pêkhateyên Sûriyeyê; sunî, durzî, xiristiyan, kurd û elewî dikin ku divê ew jî beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin. Eger mafê pêkhateyeke tenê nayê naskirin, hingî Sûriyeyê ji zilmê rizgar nabe.
“Civîna dawî erênî bû”
Civîna dawî ya Şamê ku di navbera me û wezareta parastinê û hejmarek berpirsên amerîkî de pêk hat, erênî bû. Tevî vê yekê encamên şênber nehatin bidestxistin, tenê sozên devkî û hêviyên giştî derketin, lê sozên diyar û nivîskî çênebûn. Me xwest ku atmosfêra erênî veguherin gavên pratîkî.
Di civînê de, me li ser mekanîzmayên entegrekirina HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de nîqaş kir. Me bi berfirehî li ser sedem û motîvasyonên avakirin û têkoşîna HSDyê nîqaş kir. Be bi aşkerayî sedemên avakirina HSDyê diyar kirin.
Ji bo ku entegrasyon bi ser bikeve, divê sedemên bingehîn ên xetereyên ku gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, ji holê werin rakirin. Em bawer dikin ku hikumeta demkî hîn jî nikare ji bo pêkhateyên cuda rihetî û ewlehiyê peyda bike û gavên cidî ji bo rakirina van xetereyan neavêtine.
Di demên dawîn de me nêzîkatiyên xirab ji aliyê hikumetê û hêzên wê ve dîtin. Ev yek di qetilkirina bi komî ya elewî û durziyan û tevliheviyên li welat de derketin pêş. Ev kiryar li pêşiya hewldanên HSDyê yên entegrasyonê bûn pirsgirêkên cidî ku pêwîstiya lezgîn a hebûna domdar a hêzên me ji bo parastina gelê me destnîşan kirine. Li vir, em dipirsin; li gel van binpêkirinan, hikumeta demkî çi gavên berbiçav û erênî avêtine da ku piştgiriyê bide pêvajoya entegrasyonê?
Êrişên li ser Taxên Kurdan
Di wextekî de ku em entegrasyona HSDyê nîqaş dikin, li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê êriş û dorpêç hene. Tevî ku hêzên me li gorî peymana 10’ê Adarê ji taxê vekişiyane, lê komên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî taxa dorpêçkirî kir. Hewl da senaryoyên li Siwêda û peravê dubare bikin, ji 10 aliyan ve êriş kirin. Berxwedana şêniyan û sekna wan ku ji ezmûnên salên 2013-2016’an girtine nebûna, dê karasteke mezin çêbibûya. Ev êriş pirs û metirsiyan çêdikin û li dijî wan îdiayan in ku dibêjin rewş baş derbas dibe.
Ji ber vê yekê divê gotinên erênî veguherin gavên pratîk ku rihetiyê bidin, ne ku tevlihevî yan pirsgirêkan çêkin.
Vegera Efrîniyan dê pêşiya entegrasyonê veke
Me mînakeke zelal şîrove kir ku bikare li ber entegrasyona HSDyê veke. Ew jî dosyaya Efrînê ye. Me teqez kir ku vegera koçberên Efrînî, dayîna tazmînatan ji mexdûran re, hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirinan nîşaneyên sereke yên cidiyeta hikumetê di avakirina artêşa nîştimanî de ye. Me ji wan re got, helwesta we ya li hemberî Efrînê dê pîvana rasteqîn a helwesta we ya ji dosyayên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeye bi giştî re diyar bike. Me got eger hûn bi edaletî nêzî Efrînê bibin û zilmê rakin û rê li ber vegera koçberan vekin, hingî dikarin bi nêrîneke cudatir li hikumeta demkî bê nêrandin. Ev mijar ne tenê ji bo Efrînê ye, lê ji bo tevahiya herêmên Sûriyeyê ye.
“HSD hêzeke niştimanî ya Sûriyeyê ye”
Careke din me teqez kir ku HSD hêzeke nîştimanî ya Sûriyeyê ye û tekane hêza ku dikare bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê; sunnî, Kurd, durzî, elewî, xiristiyan û heta hikumeta Şamê re têkilî û hevrêziyê bike.
Em amade ne ku bibin bingeha artêşa nû ya Sûriyeyê û garantiya sererastkirina pêvajoya siyasî û leşkerî ya welêt.
Di demekê de ku welat ji ber mezhebperestî û dabeşbûnê parçe parçe bûye, hêzên me bi têkoşîn û siyasetên xwe, serkeftina projeya xwe ya nîştimanî di parastina yekitiya erdnîgarî û civakî ya Sûriyeyê de îspat kiriye.
18/10/2025