BEXDA NAVBEYNKARIYÊ DI NAVBERA HSD Û DÎMEŞQÊ DE DIKE
Hin çavkaniyan ji Şêwirmendariya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê diyar kirin, Berpirsên Bexdayê dest bi hewildanên navbeynkariyê di navbera hikûmeta Dimeşqê û HSDyê de kiriye.
Çavkaniyan diyar kir ku biryare van nêzîkan li Iraq û Swîsreyê du civînên navbera berpirsên Dîmeşqê û HSDê bi navbeynkariya Bexdayê bên lidarxistin.
Sedema Yekem
Radyoya Montî Karlo ya Fransî ragihand sê sedemên sereke yê wê navbeynkariya Bexdayê destnîşan kiriye, sedema yekem, beriya sê heftiyan rêkeftina petrolê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de hat pêkanîn û li gorî wê petrola Herêma Kurdistanê radestî kompanya SOMO ya Iraqê hate kirin, ji ber vê Sûdanî dixwaze vê ezmana Iraqê ji Sûriyê re veguhêze, ev di demekê de ye dosyeya petrolê yek ji xalên nakok ên di navbera Dîmeşq û HSDyê de ye.
Sedema Duyem
Sedema duyem jî ev e beriya du salan û bi taybet piştî destpêkirina şerê Xezeyê, rola Bexdad ya herêmî ji bo çareserkirina pirsgirîkan lawaz bû û kongireya sêyem a Bexdayê ji bo demek nediyar kirî hat paşdaxistin, ji be vê Sûdanî dixwaze bi rêya wê navbeynkariyê, wê rolê car din vegerîne.
Sedema Sêyem
Sedema sêyem jî ev e, beriya demekê rêketinek di navbera Iraq û Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirîkên herêmî hatibû pêkanîn û Sûdanî dixwaze bi rêya wê navbeynkariyê, beşek jiwan pirsgirîkan çareser bike.
Li gorî radyoya Montî Karlo, Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî û Saziya Îstîxbaratiya Iraqê serokatiya wê navbeynkariya navbera Dîmeşq û HSD’ê dikin.
Li gorî Radyoya berjewendiyên Iraqê di navbeynkariya navbera Dîmeşq û HSDyê de eşkere kiriye û diyar kiriye, baweriya temem a Serok Wezîrên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Saziya Îstîxbaratiya Iraq, Şêwirmendiya Ewlehiya Netweyî û Wezareta Derveya Iraqê heye ku aramî û îstîqrara Sûriyê ji bo Iraqê pir girîng e û bi nêrîna wan, destpêkirina şer di navbera HSDê û hikûmeta Dîmeşê de, wê rewşa ewlehiya navçeyê aloz bike û di wê haletê de dê kurdên beşên din ên Kurdistanê piştevaniya HSD’ê bikin û berpirsên Bexdayê vê yekê naxwazin.
Her wiha, rêketina navbera Dîmeşq û HSDyê dê derî li hember dawî hatina hebûna Amerîka li Sûriye û Iraqê bi temamî veke ku ew yek armanca stratîjîk ya Bexdayê ye li gorî Montî Karlo.
Li gorî agahiyên KANAL8ê, biryare van nêzîkan li Iraq û Siwîsrayê du civînên navbera berpirsên Dîmeşqê û HSDê bi navbeynkariya Bexdayê bên li darxistin.
19/10/2025