TIRKIYEYÊ DARISTANÊN KURDISTANÊ DAYE BER XWE Û DIBIRE
Endamê Rêxistina CPTyê Kameran Osman ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê dest bi pêngaveke mezin a talankirin û birîna daristanên herêma Behdînanê kiriye.
Endamê Rêxistina Tîmên Aştiya Civakî (CPT) ya Amerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku ji destpêka meha Îlonê ve leşkerên Artêşa Tirkiyeyê dest bi pêngaveke birîna daristanên li herêma Zap û Avaşîn yên li herêma Amêdiyê kiriye.
Hate ragihandin ku dar bi kepçe û dozeran ji kokê tên rakirin û bi amûrên pêşketî jî tên parçe parçekirin.
Kameran Osman anî ziman ku dar bi traktorên sivîl ji bo nav xaka Tirkiyeyê tên şandin û got, “Beşeke daran ji bo şewatê bikar tînin, beşeke din jî ji bo çêkirina avahiyan, kursî, mase û amûrên din bikar tînin. Piştre van amûran dişinin nava Herêma Kurdistanê û difiroşin wan.”
Herî dawî Kameran Osman got, “Parastina jîngeh û sînor yên daristanên Kurdistanê di bername û pilana kîjan partiyên Kurdistanî de heye? Kîjan partiyê ha ji talankirina jîngeha Kurdistanê heye?"
20/10/2025