ÎMAMOGLU DI DOZA DÎPLOMAYA SEXTE DERKET PÊŞBERÎ DOZGER

Hêriş Celal 20/10/2025
Ekrem İmamoglu
Ekrem İmamoglu

Rûniştina duyemîn a doza ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi îdiaya 'sextekariya dîplomaya zanîngehê' tê darizandin îro li Sîlîvriyê pêk hat.

Beriya rûniştina darizandina Îmamoglu li derve di navbera parêzer û hêzên ewlekariyê de  pevçûn derket û pişî wê rewş hate asayîkirin.

Îmamoglu bi daxwaza cezayê girtîgehê yê ji 2 sal û 6 mehan heta 8 sal û 9 mehan derket pêşberî dozger, lê dozger biryara dawiyê neda û rûniştina dozê ji bo 8’ê Kanûnê hate taloqkirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 19'ê Adarê de bi hinceta "Gendelî û alîkarîkirina rêxistina terorê" hatibû binçavkirin.

Hêriş Celal

20/10/2025