DOZEKE DIN LI HEJMAREKE ŞAREDARÊN CHPYÊ HAT VEKIRIN

Kanal8 21/10/2025

Dozeke nû li dijî hejmarek ji Şaredarên CHPyê û peymankarekî hate vekirin ku bi dayîna bertîlê tên tometbarkirin.

Dozgerê giştî yê Stenbolê, doz li 7 şaredarên CHPyê û kesekî bi navê Ezîz Îhsan Aktaş vekir û da diyarkirin ku wan bertîl daye şaredariyên di destê CHPyê de û li derveyî tedbîrên yasayî, projeyên şaredariyê ji şîrketa xwe re, wergirtine.

Di wê dozê de, hin tometên weke rûşwet, çêkirina rêxistina tawankariyê, mûdaxeleya girêbestên şaredariyê, gendelî û xapandinê, arasteyê wî peymankarî hatine kirin.

Dozgerê giştî yê Stenbolê, daxwaz dike, cezayê 270 heta 704 sal girtîgehê, li wî peymankarî bê birîn û cezayê 159 heta 415 salên girtîgehê jî, bi ser serokê şaredariya navçeyê Beşîktaşa Stenbolê de, bibire.

Di heman demê de dozgerê giştî, ji serokê şaredariya Esenyûrta Stenbolê re jî, ku ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê û di çarçoveya rêketina navbera DEM Partî û CHPyê de hatibû berbijêrkirin, cezayê 3 sala û 9 mehên girtîgehê dixwaze.

Kanal8

21/10/2025