CHP Û EMEP DÊ DENGÊ "NA" BIDIN TEZKEREYÊ

Hêriş Celal 21/10/2025
Tezkereya Derveyi Sinor
Tezkereya Derveyi Sinor

CHP û EMEP'ê biryar dan ku dengê "na" bidin pêşniyaryasaya dirêjkirina dema destûrnameya şandina leşkeran bo Iraq û Sûriyeyê bo sê salên din.

Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê Celal Adan de civiya.

Meclîsa Giştî dê li ser pêşniyaryasaya Serokatiyê ya dirêjkirina dema destûrnameya şandina leşkeran bo Iraq û Sûriyeyê bo sê salên din nîqaş bike.

Helwesta Partiya Gel a Komarî (CHP) li ser pêşniyaryasayê eşkere bûye.

Li gorî vê yekê, CHP biryar da ku dengê "na" bide pêşniyaryasaya dirêjkirina dema destûrnameya şandina leşkeran bo Iraq û Sûriyeyê bo sê salên din.

Meclîsa Giştî dê her wiha li ser fermana Serokatiyê ya dirêjkirina dema erkê ya leşkerên Tirk li Lubnanê bo du salên din jî nîqaş bike.

Partiya Kedê (EMEP) ragihand ku ew ê li ser pêşniyaryasayê dengê "Na" bide. Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca, di Lijneya Giştî de axivî û diyar kir ku ew ê li ser hewldanên şer dengê "Na" bidin.

Karaca diyar kir ku ev ferman xizmeta berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li herêmê dikin û ji ber van sedeman ew ê dengê "Na" bidin û got, " Destwerdana di karûbarên navxweyî yên welatên din de, şer gur dikin û mirovan ber bi mirinê ve dibin.”

Hevseroka Partiya DEM'ê Tulay Hatîmogullari jî di axaftina xwe ya îro (21ê Cotmehê) de li Civîna Koma Parlamentoyê de bang li partiyên opozisyonê kir ku dengê "na" bidin pêşniyaryasayê.

Hêriş Celal

21/10/2025