TRUMP: EGER HEMAS TIŞTÊ RAST NEKE, DAWÎ DÊ BILEZ Û HOVANE BE
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku gelek hevalbendên welatê wî li Rojhilata Navîn û derveyî wê, amade ne ku leşkeran bişînin Xezayê da ku Hemasê sererast bikin, û got: "Eger Hemas tiştê rast neke, dawiya wê bilez û hovane dibe."
Trump di peyamekê li ser tevna civakî ya Truss’ê de got ku gelek hevalbendên mezin ên Amerîkayê yên niha li Rojhilata Navîn û deverên derdor bi zelalî kêfxweşî nîşan dan ku ew li ser daxwaza Amerîkayê derfeta ketina Xezayê bi "hêzeke xurt" pêşwazî dikin û diyar kir ku eger Hemas li ser tevgera xerab berdewam be, wate peymanan binpê dike.
Trump da zanîn, hezkirin û ruhê ji bo Rojhilata Navîn bi hezaran sal in bi vî rengî nehatiye dîtin, û ev tiştekî xweş e ku mirov lê binêre û ji welatên Rojhilata Navîn û Îsraîlê re got: "Hîn jî hêvî heye ku Hemas tevgera xwe rast bike."
Gotinên Trump di demekê de ye ku rojnameya New York Times’ê di raportekê de ragihand, hin welat, bi taybetî welatên Ereb, plan dikin ku leşkeran bişînin Xezayê.
Navbeynkarên agirbesta Xezayê hewl didin hêzên aştîxwaz bişînin herêmê da ku Hemas li herêmên ku Îsraîl jê vekişiya bicih nebe.
Welatên weke Endonezya, Misir, Tirkiye û Azerbaycan tevlî muzakereyên dawî bibûn.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyekê de diyar kiribû, hikûmeta wî wê tevlî hêza çavdêriya agirbestê bibe.
Serokê Endonezyayê Prabowo Subianto jî got, welatê wî amade ye ku zêdetirî 20 hezar leşkeran bişîne da ku li Xezayê aştî pêk were.
21/10/2025