LI SEMSÛRÊ 11 FIROŞKARÊN MADEYÊN HIŞBIR HATIN BINÇAVKIRIN
Di çarçoveya rûbirûbûna firoşkarên madeyên hişbir de, li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 11 firoşkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, tîmên Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Golbaşiyê ya li Semsûrê, li heft navnîşanên cuda yên li wê navçeyên Semsûr û Meletiyê, operasyonên hevdem hatin li dar xist û hejmarek firoşkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin.
Di operasyona danê sibê de, dest bi ser zêdetirî 5 kîlo madeyên hişber yên cure bi cur, demançeyek, 328 fîşekên demançeyan, 5 şarjorên demançeyê û 3 tifingan de hate girtin.
Herwiha di tevahiya operasyonan de 11 kes hatin binçavkirin; Heft gumanbar li navçeya Golbaşiyê û çar gumanbar ji navçeya Doganşehirê hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin ji bo lêpirsînê birine rêveberiya cendirmeyan. Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
22/10/2025