AKP: VEKIŞÎNA PKKYÊ ENCAMA NEXŞERÊYA PÊVAJOYÊ YE

Kanal8 26/10/2025

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, "Biryara vekişîna PKKyê ya ji Tirkiyeyê, encama berbiçav a pêşketinên li ser nexşe rêya Tirkiyeya bêteror e."

Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk li tora civakî ya Xê derbarê biryara PKK ji bo vekişînê ji Tirkiyê di nivîsek de ragihand, Berdewamkirina hilweşandin û bêçekkirina hêmanên PKKê yên li Tirkiye û her wiha li seranserê herêmê, di serî de li Iraq û Sûriyê, rojeva sereke ya pêvajoya 'Tirkiyeya bêteror' e. 

Çelîk da zanîn, biryara PKKê ya vekişîna ji Tirkiyê encama berbiçav a pêşketinên li ser nexşe rê ya Tirkiyeya bêteror e.

Her wiha got, pêvajoya 'Tirkiyeya BêTeror' gaveke stratejîk û dîrokî ye ku ji bo rizgarkirina demokrasiya me ji hemû gefan hatiye avêtin, ji bo armanca 'herêmeke bê teror', ku encama wê ya xwezayî û jêneveger e.

Berdevkê AK Partiyê tekez jî kir, Ji bo parastina pêvajoyê ji her cûre provokasyonê divê baldariya herî zêde gav werin avêtin û diyar jî kir, ku ew ê destûrê nedin tawanbariyên neheq û iftirayên ku pêvajoyê ji navenda wê ya sereke dûr dixin.

Kanal8

26/10/2025