BAREGEHA HIMÊMÎ YA RÛSYAYÊ CAREKE DIN DEST BI KAR KIR 

Kanal8 27/10/2025

Hêzên Rûsyayê piştî pênc mehan, îro firînên leşkerî di navbera Baregeha Asmanî ya Himêmîmê li Sûriyê û Baregeha Asmanî ya el-Xadim li rojhilatê Lîbyayê de ji nû ve dest pê kirin.

Ajansa nûçeyan a Îtalyayê Nova ragihand ku balafireke veguhastinê ya cora ÎL-62M ya Rûsî ji Baregeha Hewayî ya el-Xadim rabûye û ber bi Baregeha Hewayî ya Himêmîmê li parêzgeha Lazkiyeyê ve çû, ku navenda operasyonên leşkerîya  sereke Artêşa Rûsiyê li Rojhilata Navîn ne.

Ji nû ve destpêkirina geştên asmanî, piştî serdana Serokê Qunaxa Veguhêz a Sûriyê, Ehmed Şer'i, di nîvê vê mehê de li Moskowê re tê, ku ev serdana wî ya yekem ji dema hilweşîna desthilata Beşar Esed ve ye.

Geştên asmanî  di navbera her du baregehan de berê hatibûn rawestandin, di heman demê de Rûsiyê  bi rêya balefirgehê belerûsiyayê geşt ji bo Lîbyayê encam didan ku Moskow ji Adara borî ve hebûna xwe ya leşkerî li wî welatî  xurt kiriye.

Baregeha el-Xadim li herêma Merc a Barqa ye, 100 kîlometreyan li rojhilatê Bengaziyê  dûre. Moskow wê wekî navendeke lojîstîk û teknîkî ji bo piştgiriya hêzên Fermandar  Xelîfe Hefter bikar tîne.

Kanal8

27/10/2025