"KERKÛK NE BI ŞER BI DEMOKRASIYÊ HATIYE RIZGARKIRIN"
Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî di çarçoveya bangeşa hilbijartinên Iraqê de peyama xwe vê carê jî li Kerkûkê da û got, "Parêzgarê Kerkûkê xizmetê hemû pêkhateyan dike."
Serokê Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Kerkukê, bangeşeya hilbijartinê ji bo partiya xwe kir û got ku parêzgarê bajêr xizmeta hemû pêkhateyan dike û got, "Ez ji kûrahiya dilê xwe dibêjim ku em rêzê li hemû civakên li Kerkukê digirin û du sal berê min ji we re got ku ez we nahêlim û ez ê bi we re bim."
"Kerkûk bi demokrasiyê hatiye rizgarkirin"
Serokê YNKyê di berdewamiya axaftinên xwe de got, "Kerkûk ne bi şer bi demokrasiyê hatiye rizgarkirin û em ê kesî ji xwe cuda nekin û em ê we hemûyan biparêzin."
Talebanî wiha pê de çû: Hin partî hene ku pişta xwe dane namzetên xwe û xelkê Kerkukê û partiyên din ditirsin ku werin Kerkukê, lê em dixwazin hûn hemû û li kêleka we bin."
"Xwendekarên Kerkukê divê bi zimanê Kurdî bixwînin"
Serokê YNKyê bal kişand li ser xwendina bi zimanê Kurdî û got, "Xwendekarên Kerkukê divê bi zimanê Kurdî bixwînin û li gorî destûrê ev mafê wan e û em ê qebûl nekin ku kes me ji vî mafî bêpar bihêle."
Her wiha Serokê YNKyê bal kişand li ser pêwistiyê cotkaran û got, "Mafên cotkarên me li Kerkûkê parastî ye."
"YNK ji hemû partiyên din bihêztir e"
Di berdewamiya axaftinên xwe de Serokê YNKyê di nav girseya Kerkûkê de da diyarkirin ku partiya wan partiya herî bihêz e.
28/10/2025