VÊ CARÊ JÎ ZEYTÛNÊN SIWÊDAYÊ DIDIZIN

Kovan Hemîd 30/10/2025

Weke bajarê Efrînê li Parêzgeha Siwêdayê jî darên zeytûnan tên birîn. Li gorî şahidan hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê darên zeytûnên siwêdayê didizin.

Di demên bihurî de li Siwêdayê komkujî hatin pêkanîn û di Tîrmehê de şerê leşkerî li dijî bajêr dest pê kir, lê sûcên talankirina malan û şewitandina wan li gundewarên bakur û yê rojava yên Siwêdayê bi dawî nebûn, herî dawî jî zeytûnên şêniyan hat dizîn.

Li gorî şahidan û xwediyên zeviyan, diziya zeytûnan û birîna daran ji bo firotina êzingan li gund û bajarokên Tehlê, Mezrea û Dûr ên rojavayê Siwêdayê yên li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatin pêkanîn.

Çavkaniyan da zanîn, di êrişa Tîrmeha bihurî de bi dehan şêniyên gundewarên rojava yên Siwêdayê hatin kuştin û şêniyên wî piştî şewitandin û talankirina malên wan, bi temamî koçber bûn û di encamê de herêm vala bû. 

Di tomara dengekî de plankirina diziya mewsima zeytûnan û aliyên berpirs xuya dibe.

Li gorî tomarê, komên berhevkirina zeytûnan ji gundê Um Weled, Besir El Herîr û Ezra yên rojhilatê Derayê digihîjin gundên Dor, Mezrea û Tehlê yên rojavayê Siwêdayê.

Hat diyarkirin ku rêya wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Derayê, bi taybetî ji aliyê berpirsê hêzên hikumeta veguhêz Nîzar El Herîrî ve tê vekirin.

Berî çend rojan Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn–SûriyEYê dizîna berhema zêdetirî 50 darên zeytûnan li Efrînê ji aliyê kesên biyanî ve, belge kiribû.

Kovan Hemîd

30/10/2025