TALEBANÎ: YNK NÛNERTIYA HEMÛ PÊKHATEYAN DIKE

Kanal8 03/11/2025

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo bangeşeya hilbijartinê çû Mûsilê û peyama xwe ya hilbijartinê da û got, "YNK nûnertiya hemû pêkhateyên Mûsilê dike."

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 11ê vê mehê de tên kirin. Serokê YNKyê jî di çarçoveya hilbijartinan de bajar bi bajarên Herêma Kurdistan û Iraqê digere û bangeşeya hilbijarinê dike.

Serokê YNKyê di vê çarçoveyê de îro jî li Mûsilê bû û çend peyam dan.

Nînova; Sembola berxwedanê û dilê Iraqê

Bafil Celal Talebanî got, "Mûsil sembola hêz û berxwedanê ye. Em bi xwîn û dîroka Mûsilê serbilind in." û bal kişand li ser wê yekê ku terorîstên El Qaîde û DAIŞê nikarin bajêr wêran bikin ji ber ku "xelkê Nînovayê dîwarê hesinî û berxwedana li Iraqê ne. Talebanî Nînova wekî "nimûneyek ji guldesteya Serok Mam Celal" bi nav kir ku hemî civak tê de bi hev re dijîn, û tekez kir ku "dînamoya nûkirina Iraqê Mûsil e" û "bêyî aramiya Mûsilê, Iraq aram nabe."

Projeya YNKyê ji bo Jinûveavakirina Xewnan

Serokê YNKyê ji xelkê Nînovayê re piştrast kir ku YNK projeyeke wê ji bo nûkirina Nînovayê heye û soz da û got, "Em ê mal, tax û xewnên we ji nû ve ava bikin."

Di berdewamiyê serokê YNKyê wiha pê de çê: Welatiyên Nînovayê gelek êş kişandine", lê tekez kir ku ew "baweriya xwe bi edaletê tînin, ne bi tolhildanê. Di vê çarçoveyê de, wî soz da ku ji bo vegerandina mafên girtiyên bêguneh li Nînovayê bixebite û divê hemî penaber vegerin deverên xwe."

Girîngîdayîna xwişk û birayên Êzdî

Bafil Celal Talebanî bi taybetî bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidî û got, "Em ê ji bo vegera Kurdên Êzidî bixebitin" û "em ê ji bo ku xwişk û birayên Şîe bi serbilindî bijîn" û vegerin malên xwe şer bikin.

Zanîngeha Mûsilê; Pirek ber bi pêşerojê ve

Di beşek din a axaftina xwe de, Bafil Celal Talebanî girîngiya zanist û perwerdeyê tekez kir û got, "Divê bêtir bal were kişandin ser Zanîngeha Mûsilê. Wî soz da ku ji bo pêşxistin û nûkirina Zanîngeha Mûsilê bixebite û pêşniyar kir û got, "Ez bang dikim ku têkiliyên di navbera zanîngehên Mûsil û Silêmaniyê de werin danîn da ku bibe pirek zanistî û çandî."

Peyama siyasî; Rêya Mam Celal û serweriya Iraqê

Di dawiyê de, serokê YNKyê peyameke siyasî ya zelal da û got, "Pêdiviya Nînovayê bi siyaset û rêya Mam Celal heye. Divê hemî biryarên stratejîk di hundirê welêt de werin girtin," û wiha pê de çû: Nînova di rojeva ti partî an welatekî de nîne. YNK li Nînovayê nûnertiya hemê pêkhateyan dike.

Kanal8

03/11/2025