WHO: EGERA HILWEŞÎNA PERGALA TENDIRUSTIYÊ YA SÛRIYÊ HEYE
Rêxistina Tenduristiya Cîhanî hişyarî ji ber egera hilweşîna pergala tendirustî ya Sûriyeyê da.
Rêxistinê diyar kir, sedema egera hilweşîna pergala tendirustî kêmbûna piştgiriya darayî ya welatên alîkar e ku bi milyonan kes bê derman û xizmetên bijîşkî yên bingehîn dimînin, her wiha destnîşan kir, metirsiya belavbûna nexweşiya kolerayê zêde dibe.
Berpirseke WHOyê ragihand ku ji nîvê sala 2018an vir ve ji ber kêmkirina fînanseyê bandor li 417 dezgehên tenduristiyê yên li Sûriyeyê bûye, di heman demê de 366 dezgehan xizmetên xwe rawestandine yan kêm kirine.
Nûnera WHOyê ya Sûriyeyê Kristina Bethke, di civîneke çapemeniyê ya li Cinêvê de axivî û got, 7 milyon û 400 hezar kes zehmetiya xwegihandina derman û dermankirinê dikişînin.
Bethke destnîşan kir, tenê di du mehan de, kêmkirina fînanseyê bûye sedem pêknehatina 210 hezar îhaleyên bijîşkî û 122 hezar şêwirmendiyên tenduristiyê, 13 hezar û 700 zayîn bêyî alîkariya bijîşkî pêk hatine û 89 hezar kes ji şêwirmendiyên tenduristiya derûnî hatine dûrxistin.
Li gorî Nûnera WHOyê ya Sûriyeyê tenê ji sedî 58`ê nexweşxaneyan û ji sedî 23yê navendên tenduristiyê li Sûriyê dixebitin.
Kristina Bethke da zanîn, nêzî 3 milyon kes li deverên ku derman, personel û binesazî lê kêm in dijîn, ev yek jî pergala tenduristiyê ya qels dixe bin barekî giran.
05/11/2025