LI IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ DENGDANA TAYBET E

Kanal8 09/11/2025

Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê îro dengdana taybet tê kirin û 1,3 milyon endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar koçber diçin ser sindoqan.

Proseya dengdana taybet ji bo gera şeşem a hilbijartinên parlamentoya Iraqê dest pê kir.

Komîsyona Hilbijartinê: Hemû amadekariyên ji bo dengdana taybet hatine kirin

Mîlyonek û 313 hezar û 859 kes dê li Wezaretên Navxweyî, Parastinê, Pêşmerge, Heşdî Şebî û Desteya Deriyên Sînor deng bidin.

Li ser asta parêzgehan, Bexda xwedî hejmara herî zêde ya dengdêrên taybet e.

Li Bexdayê, 274 hezar û 636 kes dê li 176 navendên dengdanê deng bidin.

Li parêzgeha Silêmaniyê 82 hezar û 547 dengdêrên taybet hene û ew ê li 82 navendên dengdanê deng bidin.

Hejmara dengdêrên taybet li parêzgeha Hewlêrê 85 hezar û 793 kes e, li 79 navendan deng didin.

Li parêzgeha Kerkukê 61 hezar û 62 dengdêrên taybet hene û ew ê li 29 navendên dengdanê deng bidin.

Li parêzgeha Duhokê 55 hezar û 993 dengdêrên taybet hene û ew ê li 43 navendên dengdanê deng bidin.

Kanal8

09/11/2025