5EMÎN MIHRÎCANA FILMAN A ROJAVA SIBE DEST PÊ DIKE

Kanal8 12/11/2025

5emîn Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Rojava wê sibe dest pê bike heta 20ê Mijdarê bidome.

Mihrîcana ku wê sibe dest pê bike wê 81 film, 22 senaryo beşdar bibin û tevlî pêşbirkê bibin. Her wiha di mihrîcanê de wê 6 semîner û 2 komxebat werin lidarxistin û 

Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Rojava ya 5emîn bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad“ bi tevlîbûna 81 filman û 22 sanaryoyên li ser asta Kurdistan, Sûriye û Ewropayê 13ê Mijdarê (2025) di salvegera 65an a şewata sînemaya Amûdê de dest pê dike.

Mihrîcan ji aliyê Komîna Rojava ya Film a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ve tê birêxistinkirin. Duh bernameya mihrîcan hate eşkerekirin.

Mihrîcan li Navenda TEV-ÇANDê û li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo yên li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, bernameya pêşandan filman û lidarxistina semîneran di saetên cuda yên sibeh û êvarê de ne.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar e 81 film û 22 senaryoyên ku ji hêla komîteya amadekar ve hatine pejirandin beşdarî mihrîcanê dibin. Ji wan 81an, 8 navnetewî, 21 belgefilm, 8 filmên Kurdî, 37 kurtefilm û 7 fîlmên Sûriyeyî ne.

Li gel nîşandana filman dê 6 semîner û panel têkildarî rewşa sînamayê li cîhan û Kurdistanê bên dayîn. Her wiha 2 komxebatên girêdayî derheneriya dîmenê kamîrayê û derhêneriyê bên lidarxistin.

Kanal8

12/11/2025