ENCAMÊN HILBIJARTINÊN IRAQÊ ÎRO TÊN EŞKEREKIRIN

Hêriş Celal 12/11/2025

Li gorî pêşbînî û encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, tê payîn PDK di navbera 29-30 kursiyan û YNK jî di navbera 18-20 kursiyên parlamentoya Iraqê bi dest bixe.

Roja sêşemê 11ê Mijdarê, proseya dengdanê ji bo gera şeşê ya Parlamentoya Iraqê li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û bi giştî 21 milyon û 404 hezar û 291 kesan mafê dengdanê hebû ku 20 milyon û 63 hezar û 733 dengdêrên giştî hebûn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, 24 demjimêran piştî pêvajoyê, encamên destpêkê yên hilbijartinên xula şeşê ya Parlamentoya Iraqê hatin eşkerekirin.

Li gorî pêşbînî û dengên ku hatine cudakirin, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li xeleka Silêmanî û Duhokê 4 kursî bidest xistine û berdevkê wê partiyê dibêjê, partiya wî li Hewlêrê jî kursiyek bi dest xistiye. Her wiha eniya Helwêst 5 kursî, Newey Nwê 3 kursî û Komela Dadgerî jî kursiyêk bi dest xistine. Eniya Gel û Partiya Sosyal Demokrat jî ti kursî bi dest nexistine.

Li ser asta Iraqê jî, Lîsteya Avakirin û Geşepêdanê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piraniya kursiyan bi dest xistiye û beriya Lîsteya Dewleta Yasayê ya Nûrî Malikî ketiye.

Li ser asta Bexdaya Paytext jî, tê payîn lîsteya Sûdanî di navbera 18 û 20 kursiyan bi dest bixe û Lîsteya Malikî jî di navbera 10 û 12 kursiyan bi dest bixe. Her wiha tê payîn Partiya Teqedum a Mihemed Helbûsî jî di navbera 10 û 11 kursiyan de bi dest bixe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, piştî cudakirina %99,7’ê dengan, ji 20 milyon û 63 hezar û 773 dengdêran, bi tenê 10 milyon û 898 hezar û 327 kes tevlî hilbijartinan bûne û rêjeya tevlîbûnê jî %54 bûye.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê, di proseya dengdana taybet de ku 9’ê vê mehê hate lidarxistin, ji milyonek û 313 hezar û 980 dengdêran, milyonek û 84 hezar û 289 kesan deng daye û rêjeya tevlîbûna dengdana taybet %82.5 bûye.

Hêriş Celal

12/11/2025