WEZARETA PARASTINÊ YA SÛRIYEYÊ CIHÊ AVÊTINA MOŞEKÊN KU LI ŞAMÊ KETIBÛN DIYAR DIKE

Kanal8 15/11/2025

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê îro ragihand ku tîmên wê cihê avêtina moşekên ku roja Înê êvarê li taxa Mezê 86 li Şamê ketibûn, dîtine, ku di encamê de birîndar û zirarên madî çêbûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezaretê ji Exbariyê re ku televezyona fermî ye gotibû ku "Tîmekî leşkerî yê pispor, kariye cihê avêtinê kifş bike."

Wezaretê diyar kir ku "Şam rastî êrîşeke tund hat ku tê de du roketên Katyusha ji derdora bajêr li cihên niştecîbûnê yên li Mezê û derdora wê ketin û gelek sivîl birîndar bûn û zirarên madî çêbûn."

Heta niha ti aliyî ev êriş li xwe negirtiye û sedemên wê jî nehatine diyarkirin.

Kanal8

15/11/2025