88 SAL DI SER DARVEKIRINA SEYÎD RIZA RE DERBAS BÛN

Hêriş Celal 15/11/2025

88 sal di ser darvekirina Seyid Riza û hevalên wî re derbas bûn û neviya Seyîd Riza jî bang li rayedarên hikûmetê kir ku gorên bapir û hevalên wî werin eşkerekirin.

Di sala 1937an de artêşa Tirkiyeyê Serokê serhildana Dêrsimê û serkirdeyên serhildanê girtin û bi awayekî komî li Xarpêtê darve kirin û piştre komkujî li dijî xelkê Dêrsimê hate pêkanîn.

Li gorî amarên fermî di komkujiyê de 13 hezar kes û li gorî amarên nefermî jî 70 hezar kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Neviya Seyîd Riza, Zeliha Polat di salvegera bidarvekirina bapirê xwe de ji bo ajansa nûçeyan a mezopotamyayê axivî.

Zeliha Polat diyar kir, dewlet dixwaze komkujiyê bide jibîrkirin û van rojan behsa aştiyê dikin, lê hêviyên me nînin, ji ber ku ti gavek nayê avêtin.

Hêriş Celal

15/11/2025