KARTOLÊN BINEVŞÎ YÊN SERHEDÊ
Li ser asta parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ji bo cara yekemîn kartolên binevşî tên hilberandin.
Cotkarên navçeya Panosê ya Agiriyê diyar dikin, wan 40 dekar erd bi kartolên binevşî çandine û dixwazin di salên bê de jî, berhemên cur bi cur li navçeya xwe biçînin û berhem bînin.
Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ji bo cara yekemîn, kartolên binevşî hatin hilberandin.
Li gundê Hasandolu yê navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê, sala bihurî cotkaran ji bo cara yekemîn kartolên binevşî çandibûn û îsal berhemên xwe berhev dikin.
Gundiyan li vî gundî 7 dekar erd bi petateyên mor çandibûn û beriya berf bibare, hewl didin hemû berhemên xwe kom bikin û ji bo firotinê amade bikin.
Mihemed Şah Evliyaoglu jî cotkareke ku erdê xwe bi petateyên mor çandiye û dibêje, ew ê ji niha pê de berhemên cor bi cor li navçeya xwe biçînin.
Cotkar Mehmet Şah Evliyaoglu got, “Ev berhem 4 – 5 sal in li welatê me tê çandin. Em ê kartolên binevşî zêdetir biçînin. Em ê berhemên cur bi cur biçînin. Li navçeya me bi tenê genim û once dihate çandin û girîngî bi berhemên din nedihat dayîn.”
Li aliyekî din li gundê pîromerê yê heman navçeyê jî petateyên mor hatine çandin û bi giştî li navçeyê cotkaran 40 dekar erd bi petatetên mor çandine.
Cotkar Murat Ozguren jî dibêje, “Em kartolên binevşî berhem tînin. Niha dema komkirina berheman e. Em hewl didin di berhemanîna petateyên mor de bibin mînak. Bila cotkarên din jî vî berhemî biçînin. Em hêvî dikin xêreke baş bikin.”
Kartolên binevşî xwedî taybetmendiya antîoksîdanê ne û li gorî pisporên tendirustiyê ji bo geşeya mêjî gelek başe û rê li nexweşiya jibîrçûnê digire. Ji ber ku xwedî madeya hesine xaneyên nava xwînê xurt dike û oksîjena nav xwînê zêde dike.
15/11/2025