ŞANDEYEKE RÛSÎ YA LEŞKERÎ SERDANA SÛRIYEYÊ KIR
Piştî trafîka diplomasî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li welatên cîhanê, niha dîsa mijara leşkerî li wî welatî derdikeve pêş.
Nûçegihanê KANAL8ê yê Dîmeşqê diyar kir, şandeyeke leşkerî ya Rûsî ya pilebilind serdana Sûriyeyê kiriye û her wiha şandeyên Tirkî û Amerîkî jî gihiştine Dîmeşqê.
Nûçegihanî diyar kir, Wezîrê Parastina Sûriyê Murhef Ebû Qesra li Dîmeşqê bi şandeyeke leşkerî ya Rûsî re kom bûye.
Li gorî nûçegihanî, şande bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyê Yûnis Bek Yevkîrov bûye û mijarên hevkariya leşkerî ya bikeve xizmeta herdu welatan gotûbêj kirine.
Cotmeha bihurî Serokê Qonaxa Veguhêz yê Sûriyê Ehmed Şer’i serdana Rûsyayê kiribû û li gorî agahiyan hebûna Rûsyê ya leşkerî li wî welatî hatibû nîqaş kirin.
Li gorî medyaya nêzî Hikûmeta Veguhêz ew şandeya Rûsyayê li navçeya Tilûl Humir ya Qunêterayê geriyane.
Rûsiyaya ku sala 2015an dest li Sûriyeyê werda yek ji alîgirên sereke yên desthilata Beşar Esed bû, lê her wiha wiha heta niha jî sê baregehên xwe li Sûriyê hene û ew jî, Himêmîm, Bendera Tertûsê û Balafirgeha Qamişloyê.
Li gorî agahiyên Nûçegihanî du şandeyên Tirkî û Amerîkî jî niha li Dîmeşqê û çawaniya pêkanîna encamên civîna Donald Trump û Ehmed Şer’i ya 11 vê mehê gotûbêj dikin.
Hêjayî gotinê ye ku yek ji mijarên li Koşka Spî hatibûn nîqaşkirin lihevkirina 10’ê adarê ya di navbera HSD’ê û Hikûmeta Veguhêz de bûye.
17/11/2025