MIHRICANA FILAMAN A NAVNETEWEYÎ YA ROJAVA DUH BI DAWÎ BÛ
Pêncem Mihricana Filman a Navneteweyî ya Rojava ku bi dirûşmeya "Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad" hatibû lidarxistin, duh piştî hefteyekê ji pêşandinên cûrbecûr ên filmên herêmî û navneteweyî yên ku gelek mijar ronî dikirin, bi dawî bû.
Komîteya amadekar diyar kir ku ji 200 filmî, nêzîkî 86 film tenê hatine qebûlkirin û pêşandan, ji bilî 22 senaryoyên ku ji hêla nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û welatên din ve hatine pêşkêşkirin.
Di nav filman de; 8 filmên navneteweyî, 21 belgefilm, 8 filmên Kurdî, 37 kurtefilm, 7 filmên Sûryeyî û 5 filmên ku di bernameya Mihricanê de cih girtin hebûn.
Mihricana Filman a Navneteweyî ya Rojava ji 86 filmên beşadarbûyî, tenê 8 film û 2 senaryo xelat kirin.
Gera pêncem a Mihricanê gelek beşadarbûnên berfireh ji hundir û derveyî Sûriyeyê dît, derhêner û çêkerên filman ji Spanya, Hindistan, Îngilîstan, Bakurê Kurdistanê û Şamê beşdar bûn. Vê yekê diyadeyeke navneteweyî da Mihricanê û cihê wê li ser nexşeya Mihricanên Filmên serbixwe xurt kir.
Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Navenda Çand û Hunerê ya Tevgera Mezopotamyayê rojane pêşandanên filmên kurt û dirêj ên çîrokî û belgefilm li dar dixistin.
Di nav filman de, yên herî berbiçav ku hatin nîşandan, belgefilmê "Tevî Her Tiştî" bû; ku behsa ezmûnên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir û her wiha belgefilmê "No Country for Others" jî behsa êşa penaberan û têkoşîna mirovan li dijî şer û sînoran dikir. Her wiha belgefilmên "Carpenter", "Hewtên Azadî" û gelek filmên din ku behsa mijarên bandora şer li ser zarokan, peywendiyên malbatî û berxwedana jinan û civaka Êzidî li dijî çeteyên DAIŞ'ê dikirin, hatin pêşandin.
21/11/2025