MEZLÛM EBDÎ: ŞAM DIBÊJE DESTPÊKÊ MIJARA LEŞKERÎ PAŞÊ YÊN DESTÛRÊ ÇARESER DIKIN
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, bi bersivên berfireh bersiva Ajansa Mezopotamyayê da û gelek xalên giring anîn zimên.
Mezlûm Ebdî behsa mijarên; civîna Trump û Şeri’, Foruma li Duhokê, Şandeya Kurdî, peywendiyên bi Şamê, entegreya HSDyê û geşedanên li herêmê kir.
Mezlûm Ebdî derbarê tevlibûna Foruma MEPSyê ya li Duhokê axivî û got: “Ew ji bo Foruma Duhokê hatin vexwendin, beriya niha jî xwestibûn em tev lê bibin. Em vê serdanê giring dibînin ku destpêka pêvajoyeke nû ye. Amadebûna li Forumeke wiha, helbet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giring bû. Pêşwazî germ bû. Peywendiyên me yên bi birayên me yên li Başûrê Kurdistanê, asayî dibînin.”
Derbarê dîtina rayedarên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, wiha got: “Ev ne cara yekem e ku em rayadarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin. Dewamiya serdanên berê ye. Gelek mijarên aktuel hebûn me li ser nîqaş kir. Mijarên hevbeş ku peywendiya wan bi herdu aliyan hebûn.
Bi giştî jî yekîtiya neteweyî di rojeva me de ye. Em behsa mijarên danûstandinên bi Şamê rekir. Nêrînên hevdu girtin. Alîkariya Başûrê Kurdistanê ji Rojava girîng e, em li ser vê axivîn. Bi giştî mijarên diyalog û aştiyê de, tiştê girêdayî Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Kurdan bi giştî em li ser hemûyan axivîn. Encamên giştî erênî bû.
Ji bo deriyê Sêmalkayê jî, Fermandar Ebdî wiha got: ”Helbet em li ser Deriyê Sêmalkayê jî axivîn, da ku peywendî, çûn û hatin xurttir bibin, bi giştî jî ji Deriyê Sêmêlka bêtir pêvajoya avakirina nû ya Sûriyeyê û mijarên aborî; ku divê rola giring Başûrê Kurdistanê tê de hebe.
Em cîranên hevdu, birayên hevdu ne. Ne tenê ji bo başûrê Kurdistanê, Kurdên Bakur jî Kurdên Dîasporayê jî ji bo ku werin ew jî xebatên jinûveavakirinê bikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rolekê xurttir bilizîn, me behsa van mijaran kir.”
Mijara Şandeya Kurdî jî xaleke giring bû ku Ebdî anî zimên û got: “Şandeyeke hevbeş a Kurdî hatiye çêkirin lê hîn jî ji ber rênedana Şamê, ev tev li danûstandinên me nebûne. Em hewl didin şandeya ku ji konferansê derketî xurttir bikin.”
Ji bo danûstandina bi Şamê re, Ebdî got ku: “Şam dibêje ku pêwist e destpêkê em mijarên leşkerî çareser bikin, paşê derbasî mijarên destûrê û hikûmeta hevbeş bibin.
Li ser hevdîtina Trump û Şeri’ jî, ev anî zimên: “Piştî hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê li Koşka Spî, Tom Barrack ziraviyên wê bi me re bi par ve kirin. Li gorî Barrack gotî, “erênî derbas bûye”. Mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara HSDyê bi Trump re hatiye nîqaşkirin.
A rastî Trump pirs kiriye û bersiv ji wan wergirtiye. Erênî derbas bûye. Wan ji Serok Trump re daye xuyakirin ku vînek heye û dê were çareserkirin. Gotine têkiliyên me yê HSDyê baş in û em ê vê meseleyê çareser dikin. Bi giştî nêzîkbûneke erênî derketiye holê.
Dîsa Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî amade bûye. Bi wî re jî hatiye nîqaşkirin. Li gorî agahiyên me girtî, Trump xwestiye ev mesele bê şer bi rêya diyalogê, werin çareserkirin. Wan jî ev tişt qebûl kiriye. Dîsa mijara HSDyê giştî; fedakariya HSDyê û têkoşîna li dijî DAIŞê kirî, ev hemû li wir hatiye zimên.”
Ji bo amadebûna Hakan Fîdan û helwesta Tirkiyeyê ya dawî, ev gotiye: “Rast e, helwesta Tirkiyeyê jî bi me re hate gotin. Hem di civîna Koşka Spî dema Sûriye bi Serok Trump re civiyaye, ku di dawiya civînê de bi birêz Hakan Fîdan tev lê bûye, hem jî di civîna sêalî de ya ku wezîrê derve tev lê bûye, li gorî ji me re hatiye vegotin ku Tirkiyeyê hinek gazinên xwe kirine, ji xwe her tim dike.
Dibêjin HSDyê giran tevdigere, giran dimeşe. Dîsa di hinek mijaran de bertekên xwe anîne zimên. Lê bi giştî vê carê zêde netûj bûn. Ew zimanê tuj û gefê nebû. Xwestekên xwe yên çareseriyê anîne zimên.”
Li ser bandora van hevdîtinan li ser herêmê jî, Ebdî wiha got: “Pirsgirêka me ya bingehîn ew e ku di civînan de tiştên erênî tên axaftin lê di pratîkê de pêk nayên. Ev yek pirsgirêkên me yên sereke ne. Em hevî dikin piştî civîna li Washington çêbû, êdî gavên pratîkî werin avêtin.
Mijarên me yên sereke; tevlibûna me ji Hikûmetê re û guhertina destûrê ne. Em jî li ser dixebitin, di vir de gerek e zelalbûnek çêbibe û gav bên avêtin. Helbet dê Şandeya Kurdî jî biçe Şamê û doz û mafê Kurdan li gel pêkhateyên dîtir karibin di destûra Sûriyeyê de misoger bikin. Ji ber ev beşek ji Peymana 10ê Adarê ye.
Niha em li ser vê kar dikin ku em bikarin careke din civînên sêalî çêbikin. Em û rayedarên Şam û Amerîkayê bi hev re çi li Şamê be, belkî li derveyê Şamê bibe yan jî li cihekî sêyem be, em ji bo gavên nûhevdu bibînin.
Li ser hin lihevkirinan jî, Fermandarê HSDyê wiha got: “Me li ser mijara agirbestê li hev kiriye, ji wextê Peymana 10 adarê ve, agirbesta me di meriyetê de ye. Carinan hinek pirsgirêk derdikevin, lê bi giştî vîneke herdu aliyan heye ku şer çênebe û pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Heta niha ev dimeşe.
Di mijarên leşkerî de her çiqas me îmze nekiribe jî, fermî nebe jî, lê civîna vê dawiyê li Şamê bi amadebûna aliyê Amerîkayê, di dosyaya leşkerî de da xuyakirin ku me li hev kiriye. Lê mijarên sereke mane. Mijarên destûrê, şêweyê rejîma Sûriyeyê (dê navendî yan nenavendî be), ev mijar giring in. Doza Kurd û pêkateyên din dê çawa di destûrê de werin ziman, ev hîn jî mane. Bê wan ne gengaz e pêkhatineke giştî çêbibe.
Derbarê entegraya HSDyê jî got: “HSD li Sûriyeyê hêzeke rêxistinkirî û mezin e. Tevlibûna HSDyê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne. Bila kesek ji vê netirse.
Ji bo pirsgirêkên li pêşiya Peymana 10ê Adarê derdikevin, wiha got: “Her kes dizane ku pirsgirêk ne ji me ne. Yên van pirsgirêkê giran dikin aliyên din in. Me pêşniyazên xwe yên têkildarî entegraya HSDyê şand, lê hêj bersiv nehatiye dayîn. Her wiha di mijara birêvebirinê de jî me nêrînên xwe şandine, heta me di mijarên pratîkî de, çareserkirina herêma Dêra Zorê, dîsa dosyeya sînor û deriyan me nêrînên xwe hemû nîvîskî şandine.
Me di mijara leşkerî de jî pêşniyazên xwe şandine ku çawa dixwazin HSDyê entegre bibe û tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Me nav şandine. Navên kesên dê erkdar bibin. Heta niha me bersiv negirtine. Niha em li benda bersivan e, yan jî lu bende ne hevdîtineke nû were çêkirin da ku em li ser wan pêşinyazan nîqaş bikin.
Min bi xwe bi gelek rayedarên Şamê re axivîme û bersiv xwestiye. Ez bawer im ku gavên baweriyê jî hene. Divê gavên baweriyê jî bên avêtin. Ew ji me dixwazin, em jî ji wan dixwazin bawerî çêbibe. Mijarê Efrînê heye, vegera Serêkaniyê û Efrînê heye. Sûriye hemû vegeriyaye cihê xwe, lê yên me hêj nevegeriyane. Pirsgirêk heye. Mesela cem me ev 12 sal in ku zarok rêbazên xwendinê yên Hikûmetê naxwînin. Her wiha diplomên xwendevanan ên ku hatibûn erêkirin, hîn jî nehatyiye çareserkirin.
Hinek mijarên bi vî rengî hene. Em dixwazin ew vê demê hinek gavên pratîk biavêjin û ev pirsgirêk werin çareserkirin. Ji bo vê jî vîeneke xurt gerek e. Em ji aliyê xwe ve raber dikin, divê aliyê din jî raber bike.
Ji bo destûrê Sûriyeyê jî, wiha anî zimên: “Çêkirina destûra Sûriyeyê xala bingehîn e. Ji bo vê wext divê. Belkî ji 2 ta 3 salan bivê. Kar jê re divê. Hemû alî divê bikevin komîteya ku destûrê amade dike. Ev hîn nehatiye çêkirin. Em dixwazin her kes nûnerên wan tev li vê komîteyê bibe ku em destûreke guncaw ji bo tevahiya Sûriyeyê çêbikin.
Bi gel û netewên din re têkiliyên we hene yan na? Ew di milê hevdîtinên we yên Şam de çi difikirin, hûn çi danustandinan dikin?
Derbarê peywendiyên bi neteweyên din re, Mezlûm Ebdî wiha got: “Di hevdîtinên bi Şamê re, divê nûnerên Durzî û Elewî jî hebin. Tiştên em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin em bo cihên din jî dixwazin.
Peywendiyên me bi hemû pêkateyên Sûriyeyê re hene. Her kes di nav HSDyê de ye. Di asta giştî de jî, peywendiyên me bi her kesî re hene. Bi Durziyan, bi Elewiyan re, bi Suniyan re, bi Ismaîliyan re, bi Xiristiyên li Sûriyeyê re, bi hemûyan re hene. Ev ne niha çêbûne, lê dema rejîma Esad jî hebûn. Niha jî dewam dikin. Ew me fêm dikin, em jî wan fêm dikn. Gelek caran di milê siyasî de em bi hev re kar kirin. Lê em dixwazin ev tişt birêkûpêk were meşandin.
Em dixwazin ev hevdîtinên niha bi Şamê re tê kirin, ne tenê bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re werin kirin, lê belê, em dixwazin nûnerên Durzî û Elewiyan jî tê de hebin. Sûriyeyî tev bi hevdu re hevdîtinan pêk bînin, da ku lihevhatineke giştî çêbibe. Mixabin ev niha nîne. Pirsgirêk hinekî cuda ne.
Lê belê peywendiyên me bi her kesî re baş in. Di aliyê siyasî de jî tiştê em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin, ji bo van cihê dîtir jî dixwazin ku ew jî di nav van hevdîtinan de bin û tiştekî mayînde bi dest bixin.
23/11/2025