29 HEZAR ZAROK JI XWENDINÊ BÊ PAR IN
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Reqayê Zelîxa Ebdî ji KANAL8ê re ragihand, niha 29 hezar zarok li Reqayê ji dibistanan bê par in û banga pêşkêşkirina alîkariyê kir.
Ebdî destnîşan kir, di şerê li dijî DAIŞê de dibistanên bajarê Reqayê piranî hilweşiyan û da zanîn, ew zehmetiyên mezin ji ber wê dikişînin.
Li gorî Zelîxa Ebdî, ji 84 dibistanên li bajarê Reqayê 50 dibistan bi temamî di şerê li dijî DAIŞê de hilweşiyabûn.
Bi gotina Ebdî ji ber hilweşîna dibistan ew neçar dibin 50 – 60 zarokan têxin refekê, ev di demekê de ye ku pîvana cîhanî ew e ku 25 – 30 zarokan di refekê de bin.
Ebdî diyar kir, ev yek dibe sedema ku 29 hezar zarok li Reqayê ji xwendinê bê par bin, 19 ji wan zarokên Reqayê ne û 10 hezar zarokên koçber ên Efrînê ne.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Reqayê got, Rêveberiya Xweser ji sala 2017an ve bûdceyekê ji bo avakirina dibistanan parve dike û heta niha 12 dibistan ji binî ve hatine avakirin û 7 dibistanên din jî niha tên avakirin.
Zelîxa Ebdî da zanîn, niha 121 hezar zarok di dibistanên wan de metiryalên Rêveberiya Xweser dixwînin.
Bi gotina Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Reqayê Zelîxa Ebdî, rêxistinên weke Save The Children û Konser alîkariya wan dikin, lê ew hewcedarî alîkariyeke zêdetir in û bnag li rêxistinên li Reqayê kir, alîkariyê pêşkêşî wan bikin.
Sala 2017an bajarê Reqayê şerekî dijwar di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de jiyan kir û ji ber wê yekê perçeyên mezin ji bajarê Reqayê wêran bûn.
24/11/2025