AMEDSPORÊ ZORA EROKSPORÊ BIR Û TAHIR ELÇI BI BÎR ANÎ
Amedsporê li ser erda xwe zora Esenler Eroksporê bi 2-1 bir û pêşbaziya xwe ya ji bo rêza yekem berdewam kir, her wiha alîgirên Amedsporê Tahir Elçi yê ku berî 10 salan hatibû kuştin bi bîr anîn.
Amedspor ku di Lîga 1emîn a TFF de pêşbaziyê dike, mazûvaniya Esenler Eroksporê kir.
Di lîstika xwe de ku gelek temaşevan kişandibûn, lîstikvanên Amedsporê di 3ê Kanûnê de; Roja Navneteweyî ya Kesên Astengdar bi pankarta "Jiyaneke Nû ji bo Kesên Astengdar" derketin qadê yarîgehê.
Nîvê lîstikê yê yekem, tîma mêvan 1-0 bi dawî kir, lê nîvê duyem Amedsporê di xuleka 78an de gola wekhevkirinê anî. Gola serkeftinê ya Amedsporê ji hêla Mbaye Diagne ve di xuleka 87an de hat.
Bi vê serkeftinê, Amedsporê puanên xwe gihandin 29an û di pêşbirka lehengiyê de giha rêza duyem.
Di vê navberê de, alîgirên Amedsporê Tahir Elçi, Serokê berê yê Baroya Amedê ku di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûrê hatibû kuştin, bi koreografiyekê ku wan di 10em salvegera kuştina wî de çêkiribû, bi bîr anî. Di koreografiyê de gotinên "Em ê te bi aştiya civakî sax bihêlin" û wêneyeke Elçi hebûn.
29/11/2025