ALDAR XELÎL: DANÛSTANDINÊN ME Û ŞAMÊ RAWESTIYANE Û EM NIZANIN ÇIMA
Endamê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl hevpeyvînek bi AlMonitor re kiribû û derbarê danûstandinên bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re, hinek agahiyên nû dan.
Aldar Xelîl derbarê mijara danûstandina bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re got ku “Danûstandinên bi Şamê re bi temamî rawestiyane û em nizanin çima!”
Her wiha derbarê serdana Ehmed Şeri’ ji Donald Trump re got ku: “Berî hevdîtina di navbera Şeri’ û Donald Trump de, danûstandinên me hebûn, wê demê me li hev kiribû ku HSD bi awayê yektîm û sê tugayan tev li Artêşa Sûriyeyê bibe, Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî bi Wezareta Hundirîn ve bên girêdan û cihgirê Wezîr ji aliyê Rêveberiya Xweser were diyarkirin, her wiha Fermandarê Leşkerî ya Giştî Kurd be.”
Aldar Xelîl da zanîn ku “piştî vegera şandeya Sûriyeyê ji cem Serokê Amerîkayê, êdî ti bersiv negirtin û wan tevî ku ti daxwazên nû jî pêşkêşî Hikûmetê nekirin. Lê diyar e ku tenê dixwestin berî civîna wan a bi Trump re wisa nîşan bidin ku danûstandin hene. Ew tenê tiştan dereng dixin û pesend nakin ku ti belgeyeke fermî şanenav bikin ku mercên wan berê li ser erê kiribûn piştrast bikin. Em şanenavên fermî dixwazin.”
Xelîl tekezî li ser vê yekê kir ku “Tom Barrack dizane kengî dê danûstandin jinûve dest pê bikin. Heya ku Amerîkayî li herêmê bin, pêwistiya me bi rêkeftinekê heye.”
30/11/2025