AXIOS: AMERÎKAYÊ ÎSRAÎL DERBARÊ SÛRIYÊ HIŞYAR KIR
Malpera Axiosê ya Amerîkî diyar kir, Amerîkayê Îsraîl derbarê siyasetên wê yên li Sûriyeyê hişyar kiriye.
Malpera Axiosê ji zarê hejmarek ji berpirsên amerîkî da zanîn, rêveberiya Amerîkayê fikarên xwe derbarê siyaset û tevgerên Îsraîlê li Sûriyeyê gihandine Îsraîlê û diyar kiriye, dibe ku ew siyaset Netanyahu di milê siyasî de hilweşîne.
Bi gotina Axiosê, Amerîkayê destnîşan kiriye, tevgerên Îsraîlê, ewlehiya Sûriyê dixe metirsiyê û karên pêkanîna lihevkirineke ewlehiyê di navbera Til Evîv û Dîmeşqê de bibin dixe.
Beriya çend rojan, Îsraîlê êrîşeke berfireh li navçeya Bêt Cin ya Rîf Dîmeşqê pêk anîbû û di encamê de 13 kes hatibûn kuştin û her wiha 6 leşkerên îsraîlî jî birîndar bûn.
Ji dema hilweşîna desthilata Beşar Esed ve, Amerîka hewl dide lihevkirinek ewlehiyê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de birêxîne, lê ew heta niha pêk nehatiye.
02/12/2025