OZGUR OZEL: BILA KURD, EREB, DURZÎ, ELEWÎ Û TIKRMEN PEV RE LI SÛRIYEYA DEMOKRAT BIJÎN
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku ew ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan beşdarî Komisyona ku hatiye avakirin bibin û wiha got: "Ji bo Tirkiyeyê ewlekariyeke mezin e ku Kurdên li Sûriyeyê demokratîk in û di nava aştî û aramî de ne".
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel duh di civîna BDPyê de behsa budceya 2026ê jî kir.
Ozel got: “Em li Tirkiyeyê ji bo biratiya Kurd û Tirkan û aştiyê tê dikoşin. Em ji vir û şûn de ji bo budceyan dibêjin; bila em van pereyan li şûna ku ji bo çekan, şer û têkoşîna li dijî terorê xerc bikin, ji bo paşeroja hevbeş a Kurd û Tirkan xerc bikin. Li Tirkiyeyê heger ku Kurdek bibêje pirsgirêkeke min heye, nexwe rastî pirsgirêka Kurdan heye. Heger ku Elewiyek dibêje, pirsgirêkên min nemane, nexwe pirsgirêkekên Elewiyan nemane. Di têkoşîna demokratîk de; divê Kurd û Elewî xwe wekhev bi Tirk û Suniyan re hîs bikin, wê dewleta xwe bi dest bixin, em amade ne û em li vir in ku ji bo vê paşerojê bi her awayî tê bikoşin.”
Ozel, ji bilî Kurdên li Bakur, ji Kurdên li Rojava re jî aşitî û aramî xwest û wiha got: “Em rewşa Kurd, Ereb, Durzî, Elewî û Tirkmenên li Sûriyeyê baş di rojên dawî de şopand, em dixwazin ku ew jî di destûrê hebin bin, li Sûriyeyê bi hev re bijîn û ti kes zilmê nexwe, neyê kuştin. Li Sûriyeyê demokrasî û aştî hebe.”
Ozel behsa rewşa Kurdên Rojava kir û got: “Ji bo Tirkiyeyê ewlehiyeke mezin e ku Kurdên li Sûriyeyê demokratîk in û di nava aştî û aramiyê de ne. Em dixwazin li ser sînor bi birayên xwe re cîrantiyê bikin. Li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn em naxwazin di çarçoveya hinek plan û bernameyên dewletên serdest ên cîhanê de rola ku ji bo me hatiye danîn bilîzin, di lîstikên kesekî din de bibin lîstikvan, ne jî bibin beşek ji plana kesekî din; em dixwazin ku plana xwe, hesabê xwe, projeya xwe ya biratiya mezin û aştiyê, bextewarî û pêşketinê bînin Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Pêwîst e em bi hev re bisekinin. Em li vir in ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ku teşeyê yekîtiya Tirkiyeyê bê parastin û hemwelatîtiya wekhev di nava dostî û biratiyê de ji aliyê hemûyan ve bê hîskirin. Em jî wek vînekê li vir in. Îro em wek partiya sereke ya opozisyonê, partiya yekem a anketan, partiya desthilatdar a sibê jî li vir in.”
09/12/2025