ENCAMNAMEYA KONFERANSA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK HATE WEŞANDIN
DEM Partiyê Encamnameya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî belav kir û got, “pir giring e ku Pêvajoa Aştiyê bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bigihe serî.”
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di 6 û 7ê Kanûnê de, “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” hate lidarxistin û ji 19 welatan, siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û parlamenter tev lê bûn.
Di Encamnameya Konferansê de hate gotin ku “ew êş, windahî û wêraniya ku ji ber şer li Tirkiyeyê çêbûne, divê bi dawî bibin û aştiya mayînde bi peymaneke civakî demokratîk re bê avakirin.”
Di berdewamiya Encamnameyê de hate ragihandin ku “di vê serdemê de ku gelê Kurd li Tirkiyeyê bi zilm û vederkirinê re rûbirû ye, em Pêvajoya ku bi pêşengiya birêz Ocalan hatiye destpêkirin wekî derfeteke giring ji bo gelên Tirkiyeyê dibînin. Her wiha, ev yek pir giring e ku Pêvajo bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bigihe serî.”
DEM Partiyê di Encamnameya xwe di diyar kir ku “divê Girava Îmraliyê ji nîşaneyên tecrîdê rizxgar bibe, em Abdullah Ocalan ne tenê wekî nûnerê gelê Kurd dibînin, di heman demê de ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiya Tirkiye û Rojhilata Navîn aktorekî giring dibînin.”
11/12/2025