ABDULLAH OCALAN: DIVÊ KURDÎ BÊ PARASTIN

Kanal8 14/12/2025

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 1emîn Konferansa Awarte ya ZIMANGERê de got, “Rêber Apo dibêje ‘divê di her malekê de bi Kurdî bê axaftin û Kurdî were parastin.’” 

Yekemîn Lijneya Giştî ya ZIMANGERê li Rihayê hate lidarxistin. 

Endamên Encûmena Dayikên Aştiyê, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 

Omer Ocalan bal kişand li ser girîngiya ziman û got, “Heke em gel û hebûna xwe neparêzin, kesek naparêze. Em ê jiyaneke Kurdî ava bikin. Baş e lê em ê ji bo zimanê xwe çi bikin? Divê em vê nîşan bidin. Gelê Kurd heta niha zaniye li dijî hemû polîtîkayên bişaftinê têbikoşe û ziman û hebûna xwe biparêze. Ev pêvajo dê bi pêşengtiya Rêber Apo bi ser keve. Rêber Apo, dibêje ku divê her kes li mala xwe bi Kurdî biaxive û Kurdî biparêze. Baş e lê em ê vê çawa bikin? Em dikarin vê bi awayekî komunal bikin. Em li her derê xwe birêxistin bikin, civakê birêxistin bikin. Em bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî bijîn.” 

"Heke Kurdek li nava mala xwe bi Kurdî neaxive, mîna mirîşkeke mirî ya avêtine kolanê dê bêhn bide."

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan jî neaxaftina Kurdî rexne kir û got, “Dema siyasetmedar derdikevin ser kursiyê silava xw bi Kurdî didin lê bi Tirkî diaxivin. Ez vê rexne dikim. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ji bo Kurdî bedelên mezin da. Heke em rastiya xwe nebînin, em nikarin pêvajoyê bi ser bixin. Têkildarî neaxaftina bi Kurdî min agahî bi Rêber Apo re parve kir. Wî jî ji min re got; ‘Heke Kurdek li nava mala xwe bi Kurdî neaxive, mîna mirîşkeke mirî ya avêtine kolanê dê bêhn bide.’ Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Lêbelê ji bo me ya herî pêşîn, jiyanîkirina Kurdî ye. Divê em li saziyên xwe bi Kurdî biaxivin. Dereng nîne, em dikarin bi ser kevin. Rêber Apo di vê mijarê de balê dikişîne ser rola rêveberiyên xwecihî. Divê her kes piştgiriyê bide saziyên ziman.”

Kanal8

14/12/2025