GELO ÊRÎŞA TEDMURÊ BAWERIYA AMERÎKAYÊ YA BI ŞAMÊ QELS DIKE?
Ev zêdetirî 10 sal in Amerîka û Rojavayê Kurdistanê di nav hevahengiyeke xurt de ne û Pentagonê gelek caran HSDyê wek hevkarê xwe yê stratejîk bi nav kiriye.
Lê wiha diyare êrişa Tedmurê wê zêdetir vê hevkariya stratejîk di navbera HSD û Amerîkayê de bihêz bike.
Her çend Enqere 10 sal in ji Washingtonê dixwaze ku pişta xwe bide HSDyê lê Amerîkayê xwe zêdetir nêzîkî HSDyê kir.
Yek ji sedemên sereke yê wê nezîkbûne gefên berdewam ên DAIŞê û komên tundrew li Sûriyê ye.
Di 10 salên borî de, HSDyê her tim li ser gefên DAIŞê hişyarî daye û daxwaza berdewamiya hevahengiya bi Amerîkayê re kiriye.
Tê payîn ku êrîşa Tedmurê ku du leşkerên Amerîkî û welatiyekî Amerîkî tê de hatin kuştin, bandorê li ser siyaseta Amerîkî li Sûriyê bike.
Bandoriyên Êrişa Tedmûrê
Ji destpêkê ve Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got ku zêdebûna êrişan nîşan dide ku pêdivî bi hewldanên bêtir heye ji bo şerê li dijî terorîzmê û şaneyên wê yên razayî.
Her çend di destpêkê de hatibû ragihandin ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin jî, Berdevkê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Nûredîn Baba got ku êrişkar xwedî nerînên tundrew bû û endamê hêzên hikûmetê bû û divyabû ew roja Yekşemê ji kar bihata derxistin, lê wî berî ku bê dûrxistin ev yek kir.
Li ser 11 endamên hêzên ewlehiyê ji ber êrîşê têne lêpirsînkirin,herwiha gumanên li ser çawaniya pêkhatina êrîşê zêde dibin .
Lêkolîn bi 11 endamên Ewlehiyê yên Sûriyeyê re tê kirin
Êrişê hişyariyên HSDyê yên li ser gefên DAIŞê û komên çekdar ên tundrew di artêşa nû ya Sûriyeyê de piştrast kir, ji ber vê yekê tê payîn ku êrîş di du astan de bandorê li siyaseta Amerîkayê bike .
Yekem; Ew ê pozîsyona HSDyê û pêwîstiya mayîna bi Amerîkiyan re û gihandina hevahengiya di navbera herduyan de bigihîne astek bilindtir,ji ber ku deverên di bin kontrola HSDyê de 10 sal in ji bo Amerîkiyan penageha herî ewle ne.
Duyemîn; Gumanên Amerîkayê li ser pêkhateya artêşa nû ya Sûriyeyê zêde dike û baweriya ku Amerîkayê bi mehan in bi Sûriyeya nû ava kiriye, lawaz dike, ji ber ku êriş di demekê de hat ku hêza Amerîkî li gel hêzeke Sûriyeyê bû.
Hîn ne diyar e ka Serokê Amerîkayê Donald Trump dê çawa tola xwe ji berpirsên êrîşa ku xuya dike ji dilê rejîma nû ya Sûriyeyê hatiye encamdan, hilîne?
14/12/2025