SEZAÎ TEMELLÎ DERBARÊ PÊVAJO Û PEYMANA 10Ê ADARÊ AXIVÎ
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê pêvajoya çareseriyê û Lihevkirina 10ê Adarê axivî û got, "Aştiya Tirkiyeyê rasterast bandorê li aştiya herêmê dike."
Nîqaşên derbarê pêvajoya aştiyê, Peymana 10ê Adarê û daxuyaniya şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, ku dibêje "pirsgirêka Kurd nîne, lê pirsgirêka terorê heye" didomin.
Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezai Temelli, li ser mijarê axivi.
Temellî da diyarkirin ku pêvajo berdewam dike lê bi hin daxuyaniyan hewla têkdana pêvajoyê ji her cihê ve tên.
"Pirsgirêka Kurd heye û pirsgirêkeke herêmî û cîhanî ye"
Temellî bal kişand li ser pirsgirêka Kurd û got, “Pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêk ne tenê ya Tirkiyeyê, di heman demê de pirsgirêkeke herêmî û cîhanî ye. Yek ji wan navnîşanên herî girîng ên çareseriya vê pirsgirêkê jî bê guman Tirkiye ye. Lewma, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tê meşandin, pir girîng e. Pêwîst e em haya her kesî vê yekê hebe û mijarê bi ciddiyetek mezin dest bigrin.”
Temellî da zanîn ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd a bi salan berdewam kir bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûne û zehmetî jiyan kirine.
Temellî bal kişand li ser sedemên pirsgirêkê û wiha pê de çû: Em dikarin pirsgirêkê ne bi gotina "em gihîştin encamê", lê bi giraniyê li ser sedema wê çareser bikin. Îro rêyeke çareseriyê ya ku giraniyê dide ser sedeman, hatiye vekirin.
"Qanûnên Aştiyê pêwîst dike"
Temellî mercên çareseriya pirsgirêka Kurd wiha rêz kirin: Çareseriya pirsgirêka Kurd berî her tiştî girêdayî bi bidawîkirina şer; pêkanîna hiqûqa aştiyê, qanûnên aştiyê û rêziknameyên taybet e. Piştre jî pêwîst e demildest rêziknameyên qanûnî û îdarî yên ku dê vê pêvajoyê temam bikin, bên çêkirin.
"Muxatabê esas Birêz Ocalan e"
Tiştê ku divê were kirin pir zelal e: Pêkanîna qanûnên pêwîst bêyî dem derbaskirin, bicihanîna pêwîstiyên şerê qediyayî, avakirina hiqûqa aştiyê û gihandina çareseriyeke saxlem bi domandina muzakereya bê navber bi muxatabê esasî re, ango bi Birêz Ocalan re ye.
Temellî derbarê Peymana 10ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri’ de hatiye îmzekirin axivî
Temellî got, “Lihevkirina 10ê Adarê ji vê aliyê ve destpêkek girîng e û kes li dijî wê nîne.
Ya girîng, pêşvebirina vê lihevkirinê bi awayekî saxlem û veguherandina wê bo çareseriya hevpar a hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê dijîn e.
Ev yek ji bo Tirkiyeyê jî pir girîng e. Aştiya Tirkiyeyê rasterast bandorê li aştiya herêmê dike. Demokrasiya Tirkiyeyê ji bo demokrasiya Sûriyeyê jî xwedî girîngiyeke diyarker e. Pêwîst e em ji vê çarçoveya yekgirtî li mijarê binêrin.”
"HSD pirsgirêka navxweyî ya Sûriyeyê ye"
Wekî din, daxistina mijarê bo sernavên teng ên mîna "Gelo HSDyê çek danî an nedanî" ne rast e. Ji ber ku ev, pirsgirêka navxweyî ya Sûriyeyê bi xwe ye. Jixwe aliyên ku li Sûriyeyê hewl didin lihevkirina 10ê Adarê pêk bînin, ne mijara daxistina çekan, lê mijara entegrasyonê nîqaş dikin. Veguherandina vê sernavê bo materyalek siyasî li Tirkiyeyê zirarê dide pêvajoyê.
14/12/2025