BÎLÎCÎ: BAHÇELÎ HETA NIHA GAVÊN WÊREK AVÊTIN
Mustafa Bîlîcî got, "Me di raporê de nêrînên xwe yên li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî û pênaseya hemwelatîbûnê, anî ziman."
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Endamê Komîsyonê Mustafa Bîlîcî, derbarê pêvajoyê diyar kir ku xebatên komîsyonê de nêzî dawiyê hatine û tekez kir ku divê gavên demokratîkbûnê, nemaze perwerdehiya bi zimanê zikmakî, di çarçoveya rêgezeke hiqûqî ya serbixwe de werin destgirtin.
"Bi egereke mezin partiya me îro rapora xwe radest dike"
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Mustafa Bîlîcî da diyarkirin ku xebatên Komîsyona Hevgirtin Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê nêzî dawiyê ne û partiyên siyasî yên xwedî kom, dest bi pêşkêşkirina raporên xwe kirin û dê partiya wan jî bi egereke mezin îro raporê pêşkêş bikin.
"Me rapor bi du serenavan amade kiriye"
Bîlîcî da zanîn ku wan rapora xwe bi du sernavan amade kiriye û wiha pê de çû: Me cih da xebatên xwe yên li ser rêgezeke hiqûqî ya serbixwe. Ji ber ku dema komîsyonê dest bi xebatên xwe yên destpêkê kir, biryarek hatibû girtin ku mijara guhertina makezagonê di rojeva vê komîsyonê de cih negire. Lewma, pêvajo heta niha piranî bi guhdarîkirin û nirxandinan pêş ve çû. Me jî di rapora xwe de, di serî de, dîtinên xwe yên derbarê hewcedariya rêgezeke hiqûqî ya serbixwe de anîn ziman.
"Pêwistiya Tirkiyeyê bi pêngaveke berfireh a demokratîkbûnê heye"
Di sernava duyemîn de, me tekez kir ku piştî vê pêvajoyê, Tirkiye pêwîstiya xwe bi pêngaveke berfireh a demokratîkbûnê heye. Di vê çarçoveyê de, me dîtinên xwe yên li ser mijarên cuda, nemaze perwerdehiya bi zimanê zikmakî û pênaseya hemwelatîbûnê, di raporê anî ziman.
"Bahçelî heta niha gavên dilsoz û wêrek avêtin"
Bîlîcî da diyarkirin ku divê rêz li helwest û xetên sor ên cuda yên partiyên siyasî were girtin û wiha berdewam kir: Ez bawer dikim ku zemîneke lihevkirinê hatiye avakirin, divê ev zemin were parastin û pêşve bibe. Wekî ku li çapemeniyê jî belav bû, MHPyê ragihand ku ew, nemaze li ser mijara perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xetên sor ên wan hene. Em difikirin ku Serokê Giştî yê MHPyê heta niha di derbarê pêvajoyê de li gorî me gavên dilsoz û wêrek avêtine. Dibe ku di bernameya wan a siyasî de hin hesasiyetên wan hebin; lê ez bawer dikim ku li ser vê zemîna ku di vê komîsyonê de ava bûye, dikarin nirxên hevpar werin dîtin.
Bîlîcî derbarê serdana Şandeya Îmraliyê ya ji bo navenda partiya wan jî got, “Ji ber ku Serokê me yê Giştî, Prof. Dr. Ahmet Davutoğlu, di pêvajoya çareseriyê ya berê de serokwezîrtî kiribû, ev şande di hevdîtinên berê de jî gotibû ku ew dixwazin ji tecrûbeyên wî sûdê werbigirin. Ji bo ku pêvajo careke din têk neçe, li ser wê yekê ku divê ji kîjan gavan were dûrketin û kîjan gav werin avêtin, pevguhertina nêrînan tê kirin.”
16/12/2025