LAVROV CAREKE DIN KURD WEKE CUDAXWAZ BI NAV KIR

Elî Zalo 17/12/2025

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku piştgiriya Amerîkayê ji bo hestên cudaxwaz ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê bombeyeke din a demkî ye.

Lavrov di hevpeyvînekê de bi Ajansa Weşanê ya Televîzyon û Radyoya Dewletê ya Îranê re got, "Amerîka axa li bakurrojhilat di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de digirin û (ji rêveberiya berê ve) hestên cudaxwaz li wir bi awayekî çalak pêş dixin. Ev pêvajo berdewam dike. Em bawer dikin ku ev bombeyeke din a demkî ye. Ya sereke destpêkirina diyalogeke neteweyî ye."

"Pêwediya me bi rayedarên nû re heye"

Lavrov da zanîn pêwendiyê wan bi hikûmeta niha ya Sûriyeyê re heye û got, "Em niha bi rayedarên nû re di têkiliyê de ne. Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri’ serdana Rûsyayê kir. Ez sê caran bi Wezîrê Derve yê nû yê Sûriyeyê re civiyam. Şandeyên nav-wezaretî serdana Sûriyeyê kirin, di nav de ji bo nîqaşkirina perspektîfên peymanên ku li ser mijarên bazirganî û aborî hatine bidestxistin. Di van hemû têkiliyan de, me her gav girîngiya bingehîn a parastina yekîtîya dewleta Sûriyê tekez kiriye. Ev yek diyalogek neteweyî hewce dike, di nav de Elewî, Sunnî, Durzî - hemî komên etnîkî-olî û etnîkî."

"Li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd heye"

Lavrov bi bîr xist ku li Sûriyeyê di heman demê de pirsgirêkek Kurd jî heye, ku di 15 salên bihurî de bi berdewamî di rojevê de ye û got, "Gelek kes hewl didin ku wê ji bo berjewendiyên xwe yên xweperest bikar bînin."

Di dawiya Mijdara 2024an de, hêzên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê êrîşek mezin li dijî saziyên hikûmetê dest pê kirin û di 8ê Kanûnê de ketin Şamê. Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji welêt reviya. Di 29ê Çile de, serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê, Ehmed Şeri’, wekî serokê demkî hate ragihandin.

Elî Zalo

17/12/2025