DESTEYA TENDIRUSTIYÊ DERBARÊ NEXWEŞIYA LI ROJAVA DAXUYANÎ DA
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir, nexweşiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye ne metirsîdar e.
Ev çend roj in nexweşiyek li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye lê bi awayekî hejmarên zêde, vê yekê jî metirsî belav kir ku dîsa cureyek ji koronayê be.
Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê got, ew cureyeke zekemeke demsalî ye û navê wê H3N2 ye û ne metirsîdar e.
Li gorî desteyê ev cure ne nû ye lê cureyek ji zekema demsalî ye lê îsal bi sedema kombûnên di cihên girtî de bi awayekî leztir belav dibe.
Desteyê diyar kir, ew nexweşî, germhiya ca radike, kuxik, êşa gewriyê, herkîn û girtina poz, serêş, êş di masûlkeyan de û her wiha westandineke giştî, çê dike.
Desteya Tendirusiyê ragihand, divê welatî destên xwe berdewam bişon, dema kuxik û pişkîne de poz û devên xwe bigirin, tev li kesên pêketî nebin, da ku xwe ji wê nexweşiyê biparêzin.
17/12/2025