HEVPEYMANAN LI SÎNORÊ SÛRIYE - IRAQÊ OPERASYONEK PÊK ANÎ
Di navbera sînorên Iraq û Rêveberiya Xweser de, li navçeya Rebîa a bajarokê Til Koçera Rojavayê Kurdistanê; hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi alîkariya Hêzên Asayîşê û bi beşdariya hêzên Iraqê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî, di operasyonê de, hilîkopter jî hatine bikaranîn.
Rewangeha Sûriyeyî ji bo Mafê Mirovan ragihand ku "armanca operasyonê, bihêzkirina ewlehiya sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ye, her wiha tinekirina êrişên DAIŞê ye."
Li gorî Rewangehê, "di 24 saetên bihûrî de, Hevpeymanan du operasyonên esmanî li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîne."
Birêveberiya Navendî ya hêzên Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xyê ragihand ku "di nava şeş mehan de; 80 oparasyonên leşkerî li Sûriyeyê pêk hatine."
Rêveberiya navendî ragihand ku "di nava şeş mehan de 11 plan û êriş li dijî hêzên Amerîkayê hatine têk birin û 119 çekdar hatine girtin, 14 jî hatine kuştin."
18/12/2025