LI KOBANIYÊ RÊ JI BO AVAHIYÊN ÇARQATÎ HAT DAYÎN
Li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, êdî welatî dikarin heya qata çarê, avahiyên xwe bilind bikin, lê bi mercê ku asansor jî di avahiyê de hebe.
Hevserokatiya Encûmena Gel a Şarederiya bajarê Kobaniyê biryar da ku "avahîsazên ku dixwazin heya qata çaran avahiyan li kolana 20 mitrî bilind bikin, dikarin dest bi karê xwe bikin." Êdî ji niha û şûn de rê hatiye dan ku heya bi qata çaran li Kobaniyê were bilindkirin.
Dema xwedanê avahiyekê bixwaze mala xwe ta bi qata çaran bilind bike, divê sê endezyar li ser daxwaza wî erê bikin, her wiha tekez divê asansor jî di avahiyê de hatibe bicihkirin.
Ev biryar di demekê de derketiye ku piştî şerê Kobaniyê, başekî mezin ê bajar bûye muzexane û niha jî li her aliyên bajêr, xanî tên avakirin û avahî bilind dibin.
18/12/2025