CENGIZ ÇANDAR JI KANAL8Ê RE AXIVÎ
Cengiz Çandar, parlamenterê DEM Partiyê û nivîskarê navdar ê Tirkiyeyê, di hevpeyvînekê de ji KANAL8ê re got ku “heta ku Abdullah Ocalan, serokê Partiya Karkerên Kurdistanê, di girtîgehê de bimîne, Pirsgirêka Kurd dê bi temamî neyê çareserkirin.”
Çandar, ku hevalekî nêzîk ê Serokê Iraqê yê rehmetî, Celal Talebanî bû û ji hewlidanên wî yên di pêvajoya aştiyê ya yekem a sala 1993an de agahdar bû, got: “Pêvajoya Aştiyê ya niha li ser bingeha pêvajoya ku Birêz Celal di sala 1993an de li ser dixebitî tê meşandin, ji ber vê yekê valahiya heyî, ya ku ji ber nebûna Birêz Celal çêbûye, niha tê hîskirin.”
Cengiz Çandar Mam Celal wekî siyasetmedarekî xwedî ezmûn şayesand û lê zêde kir ku “heger ew sax bûya, dê pêvajoya heyî bilez bikira û ji bo gihîna encamekê dê hêzeke mezintir bidayê.”
Nivîsa hevpeyvîna bi Cengiz Çandar re ku bi KANAL8ê re kiriye, wiha ye;
KANAL8: Nirxandina we ya giştî ya pêvajoya ku ji dawiya sala borî ve didome çi ye?
Cengiz Çandar: Pêvajoya ku didome pêvajoyeke aloz û dijwar e; ew dawiya têkoşîneke çekdarî ya 41salî ye û ji ber vê sedemê, divê em wan rawestandin û derengiyên ku dembidem çêdibin fêm bikin. Pêvajo gihaye vê qonaxê û em hêvî dikin ku ji vir û pê de baş bidome. Em hêvîdar in ku pêvajo serkeftî be, Ew ji aliyê Devlet Bahçelî, serokê MHPyê ve hatiye destpêkirin û ji aliyê Recep Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan, serokê PKKyê ve tê piştgirîkirin.
KANAL8: Çi cudahiyê Pêvajoya heyî li gorî pêvajoyên berê, bi taybetî pêvajoya 2013-2015an, heye?
Cengiz Çandar: Ev pêvajoya heyî bêhempa ye û li cîhanê ti mînaka wê nîne; di heman demê de, ew ne dişibe ti pêvajoyekê ku berê li Tirkiyeyê qewimîbe. Ji ber vê yekê, divê em behsa pêvajoyên ku li Îrlandayê, Srî Lankayê û welatên din qewimîne nekin. Tiştê ku di vê pêvajoyê de giring e, bidawîbûna serhildaneke 41salî ye û piştî vê çi diqewime?
KANAL8: Hûn çi dibêjin, gelo raporên partiyan dê Pêvajoyê leztir bikin û wê bigihînin qonaxa yasayî?
Cengiz Çandar: Raporên hemû aliyan tên qebûlkirin û li ser bingeha wan rapora hevpar a Komisyona Lihevkirina Neteweyî, Hevgirtin û Demokrasiyê tê amadekirin. Hemû alî raporê şanenav dikin û ew ji gel re tê pêşkêşkirin. Pişt re, li ser bingeha wê raporê, pêşnûmayeke yasayî tê amadekirin, Ji bo amadekirina bingeha yasayî ya derbarê çarenûsa endam û berpirsên PKKyê, girtîyên doza PKKyê, û berpirsên PKKyê yên li Ewropayê, wê demê hewayeke siyasî û rewşeke nû derkeve holê.
KANAL8: Li gorî we çarenûsa endam û berpirsên PKKyê divê çi be? Ji ber ku agahiyên herî dawî nîşan didin ku berpirsên navdar ên PKKyê dê venegerin Tirkiyeyê û dê li Ewropa û Herêma Kurdistanê bimînin.
Cengiz Çandar: Ez bawer dikim ku dê şaş be ku mirov li ser vê mijarê ewqas bi eşkereyî biaxive. Em nizanin ku dê beşek ji PKKyê li derveyî Tirkiyeyê bimîne yan na; ev yek dê piştî derxistina yasayê zelal bibe. Ji ber vê yekê, em ê neçar bin ku li benda mehên yekem û duyem ên sala bê bisekinin.
KANAL8: Bi dîtina we, gelo divê Selahedîn Demirtaş û bersûcên doza Kobaniyê wekî beşek ji pêvajoyê bên berdan?
Cengiz Candar: Mijara Demirtaş mijareke cuda ye. Diviyabû Demirtaş û Yuksekdag bihatana berdan, ji ber ku li ser vê mijarê biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye, Ji ber vê yekê, pêdivî bi biryareke nû nîne; tenê pêwîst e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bên cihbicihkirin, ji ber ku bêyî cihbicihkirina van biryaran, pêvajo û çareserî nikarin bi pêş ve biçin.
KANAL8: Gelo pirsgirêkên Sûriye û Rojava, mîna pêvajoya 2013-2015an, dikarin bibin sedema têkçûna pêvajoya heyî?
Cengiz Candar: Divê pirsgirêka Sûriyeyê nebe sedema têkçûna pêvajoya heyî. Helbet, mirov nikare bi tekezî bibêje ku pirsgirêka Sûriyeyê sedema têkçûna pêvajoya berê bû; lê belê, ev gotegot tê kirin. Pirsgirêka Sûriyeyê dikare wekî yek ji sedemên têkçûna pêvajoya berê were dîtin, lê divê pirsgirêka Sûriyeyê nebe sedema têkçûna vê pêvajoyê. Ji ber ku ev pêvajo bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye, nemaze wekî ku Mezlûm Abdî jî gotiye, “serkeftina pêvajoyê li Tirkiyeyê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike.” Ez bawer im ku pêvajoya Tirkiyeyê, heger bidome, dê bandorê li Sûriyeyê jî bike. Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoya Sûriyeyê li ser ya Tirkiyeyê ne tiştekî baş e. Gotegota ku HSDyê peymana 10ê Adarê pêk neaniye helwesteke hin aliyên Tirkiyeyê ye, lê heger hûn ji Mezlûm Abdî bipirsin, ew ê bibêje; “Hikûmeta Ehmed Şeri di cihbicihkirina peymanê de dereng dilive û gavên pêwîst navêne. Lê belê, Tirkiye tenê li ser Xala 5an a peymanê sekinî, ku têkildarî yekkirina HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de ye. Divê were zanîn ku ev ne tê wateya xweradestkirinê, lê belê entegrasyon e, ku pêdivî bi diyalogê heye. Niha, wisa tê pêşniyazkirin ku gava pênc xalên din ên peymanê hatibin cihbicihkirin, tenê ew xal maye. Ev ne nîşandaneke rast û durist e. Heger Tirkiye nexwaze bibe asteng li pêşiya pêvajoya li Sûriyeyê, divê ew piştgiriya diyalogê bike. Rast e ku dema cihbicihkirina peymanê di du hefteyan de bi dawî dibe, lê ew dikare were dirêjkirin. A giring ew e ku pêvajoya li Sûriyeyê nebe asteng li pêşiya pêvajoya li Tirkiyeyê.
KANAL8: Gelo dê rojek were ku Ocalan li Encûmena Tirkiyeyê gotarekê pêşkêş bike û derbasî nava siyasetê bibe?
Cengiz Çandar: Em ne cadûbaz in, em siyasetmedar in. Ji ber vê yekê, heger pirsgirêka Kurd rojekê were çareserkirin û -divê were çareserkirin- wê demê divê Abdullah Ocalan azad be. Ev tê wê wateyê ku heta Ocalan di girtîgehê de bimîne, pirsgirêka Kurd wê bi temamî nayê çareserkirin. Kengî Ocalan azad bû, em ê bibînin ku dê li Encûmena Tirkiyeyê were dîtin û biaxive yan na. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye û em hêvî dikin bigihin wê rojê.
KANAL8: Hûn ji hewildanên Mam Celal ên bi Abdullah Ocalan û Serokê Tirkiyeyê, Turgut Ozal re, di dema pêvajoya aştiyê ya yekem a sala 1993an de haydar bûn. Heger Mam Celal îro sax bûya, dê çi bandor li ser pêvajoya heyî bikira?
Cengiz Çandar: Pêvajoya ku îro diqewime, wekî bingeh û destpêka pêvajoya sala 1993an e; ku Mam Celal û Ocalan li ser xebitîbûn, ku bi hewildan û beşdariya mezin a Mam Celal hatibû destpêkirin, ji ber vê yekê, heger Mam Celal, wek xwediyê projeya aştiyê û siyasetmedarekî bi tecrube, kesayeteke bi bandor ê siyasî ku xwedî wê şiyanê bû ku aliyên dijber li seranserê cîhanê qanih bike, îro sax bûya, wî yê hêzeke mezin bida vê pêvajoyê û dikaribû rê bidiyê ku bi lezeke mezintir ber bi armanca aştiyê ve biçûya. Wî yê beşdarî çareserkirina pirsgirêka Kurd bibûya, ji ber vê yekê, ez dikarim bibêjim ku em niha bêriya wî dikin û zoriya nebûna wî kûr hîs dikin, lê bi şopandina rêya ku wî daniye û wekî rêzgirtinekê ji bo hewildanên wî, pêvajoya heyî dê bidome.
18/12/2025