HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-HELEB’Ê DAXUYANÎ DA
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê got, “Armanca van kiryaran ew e ku me bikişînîn nav rageşiyeke çekdarî.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê vê sibehê derbarê êrişên dawî yên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniye weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 4 mehan in di bin dorpêçekeke giran a komên girêdayî wezareta parastinê û bi taybetî yên piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin, de ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca van kiryaran ew e ku me bikişînin nava rageşiyeke çekdarî. Ev jî gefeke rasterast li ser ewlehiya herêmê dixwe. Di demekê de ku hêzên me ji bo xurtkirin ewlehî û aştiyê de kar dike, ev kiryar jî di çarçoveya hewlên binpêkirina agirbesta di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatiye îmzekirin têne kirin."
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb li ser destpêkirina pevçûnan jî wiha got, "Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan dan. Tevî hewldanên me yên berdewam ên aramkirina rewşê û pêşîgirtina li şer jî, lê komên dijber ji 4 aliyan ve êrişên berfireh li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê dê pabendî agirbestê be, lê diyar kir ku eger gef li ser ewlehiya herêmê û silametiya welatiyan werin kirin, ew amade ne bersivê bidin.
Komên girêdayî hikumeta Sûriyeyê duh êrişî taxên Kurdan ên Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.
Di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 17 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.
23/12/2025