ŞANDEYA ÎMRALIYÊ Û WEZÎRÊ DADÊ CIVIYAN

Kanal8 23/12/2025

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç de dest pê kir.

Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir.

Li gorî agahiyên nûçegihana KANAL8ê naveroka civînê li ser yasayên derbarê pêvajoya çareseriyê û mafê hêviyê ne.

Nîqaşên yasaya ji bo endamên PKKyê yên ku çek datînin, berdewam dikin lê DEM Partî daxwaza wê yekê dike ku pêvajo bi tenê bi çek danîn û hilweşandina PKKyê ve neyê sînordarkirin. 

DEM Partî PKKyê wek encama pirsgirêka Kurd bi nav dike û ji ber wê daxwz dike ku pêşniyarên ku bên kirin di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de bin.

Li gorî agahiyên Nûçegihana KANAL8ê DEM Partî guhertina xalên 66 û 44 ên di destûrê de dike.

Di xala 66an de neteweyên li ser axa Tirkiyeyê wek neteweya Tirk tên pênasekirin û di xala 44an de jî perwerdeya fermî tenê bi zimanê Tirkî tê kirin, cih digire.

Ji bilî yasayên taybet ên ji bo pêvajoyê û mafên Kurdan, wê Mafê Hêviyê û her wiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî di vê civînê de bên gotûbêjkirin.

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Dadê re wê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re bicive.

Piştî van hevdîtinan tê payîn şande bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Her wiha hat zanîn ku Şandeya Îmraliyê wê dîsa here Îmraliyê.

Kanal8

23/12/2025