EBDÎ: HIN MIJAR HENE KU PÊWISTIYA WAN BI ÇARESERIYÊ HEYE
Mezlûm Ebdî ragihand, HSD û Dîmeşq gihiştine lihevfêmkirineke hevpar, hêvî jî xwest di demên bê de bigihin rekeftinên dawiyê.
Ebdî bi rêya telekonferansê tevlî civîna Desteya Şêwirmendiyê ya piştevaniya Komîteya Gotûbêjkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo şirovekirina rewşa herî dawiyê û rêketina 10ê Adarê got HSD û desthilatdarên Dîmeşqê gihiştine lihevfêmkirinê.
Ebdî da zanîn, hin mijar hene ku pêwistiya wan bi çareseriyê heye û li gorî nerîna Ebdî, çareseriya siyasî divê bi rêya pergala nenavendî bibe.
Fermandarê Giştî yê HSDyê tekez kir, di navbera wan û Dîmeşqê de nêrînên hevpar hene û ew hêvî dikin ku di demên bê de bigihin rêketinên dawiyê.
Li aliyê din, Kanaleke nêzî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand, biryare beriya dawiya serê salê bi çavdêriya Amerîkayê, lihevkirina leşkerî ya navbera HSD û hikûmeta Dîmeşqê bê ragihandin û hêzên HSDyê tevlî her du Wezaretên navxwe û parastinê bên kirin.
Çavkaniyekê ji kanala Sûriyeyê ya nêzî hikûmeta demkî ya Sûriyê re ragihand, Rêveberiya Washingtonê zextê li ser her du aliyên HSD û Dîmeşqê dike ji bo ku beriya dawiya îsal, lihevkirina leşkerî di navbera xwe de îmze bikin, li gorî wê çavkaniyê, tê payîn ew lihevkirin di rojên navbera 27 heta 30ê vê mehê de li bajarê Dîmeşqê bê ragihandin.
Çavkaniyê ji kanala Sûriyeyê re diyar kir, li gorî wê lihevkirina leşkerî, hêzên HSDyê û hêzen Ewlekariya Hundirîn ku hejmara wan 90 hezar kes in dê tevlî Wezaretên Parastinê û Navxwe yên Sûriyeyê bibin, her wiha dê sê Yekîneyên leşkerî yên Wezareta Parastinê ji bo HSDyê li parêzgehên Reqa, Dêra Zor û Hesekê bên destnîşankirin.
Her li gorî wê çavkaniyê, niha gotûbêjên navbera HSD û hikûmeta Dîmeşqê berdewam dikin û nakokiyên wan li ser hejmarek xalan heye ku pêk tên ji derbazbûna hêzên Sûriyê bo nava navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destnîşankirina erkên bilind di nava herdu wezaretên Navxwe û Berevaniyê de, destnîşankirina çewaniya biryardanên leşkerî û kargêrî ji aliyê yekîneyên HSDê û parvekirina erk û desthilatan di navbera HSD û wezaretên Navxwe û Berevaniyê de.
Li gorîagahiyên KANAL8ê, HSD tekeziyê li ser pêkanîna du Lîwayên leşkerî dike, Lîwaya yekem lîwaya girêdayî Jinan e ku di nava Wezareta Parastinê de bê avakirin, lîwaya duyem jî taybet bibe bi rûbirûbûna terorê ku Amerîkayê piştgîrî dide avakirina vê lîwayê daku operasyonên hevpar ên wan bi hêzên Sûriyê re li dijî DAIŞ’ê berdewam bikin.
25/12/2025