DIRAVÊ SÛRIYEYÎ DI SALA NÛ DE DÊ WERE GUHERTIN
Kanal8 26/12/2025
Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdelqadir Husriye ragihand ku “destpêka sala nû dê dest bi guhertina diravê kevn ê Sûriyeyê bikin û diravekî nû ragihînin.”
Banka Navendî ya Sûriyeyê plan dike ku pereyê Sûriyeyî bi diravekî nû biguherîne, ku dê du sifir werin rakirin, hwe wiha wêne û sembolên Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û bavê wî Hafiz Esed jî ji ser diravan werin rakirin.
Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê got ku “bi çêbûna diravên nû, Sûriye dest bi qonaxeke nû, nîştimanî û bi aboriyeke xurt dike. em ê şêwazên nû di çêkirina diravê de bi kar bînin û şeş diravên nû çap bikin da ku diravên serdema Esed nehêlin û rewşa wê ya ketî baştir bikin.”
Kanal8
26/12/2025